Meşa li dijî komployê: Hêza gelên demokrat nayê şikandin 2024-10-09 15:10:21       NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî salvegera 26’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin. Li gelek bajaran li dijî komployê banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.    Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de pêk hat, şêniyên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xistin. Her wiha li gelek bajarên dinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin.    Di bin dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” şêniyên bajêr bi beşdariya dezgeh û saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevger û rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, malbatên şehîdan û pêşengên êl û eşîran meşiyan.   Meş ji çarxerêya Osman Sebrî dest pê kir û heya pêşiya Navena Mihemed Şêxo ya Çand û Huner dewam kir. Piştî yek deqe rêzgirtinê endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivî.   Şîraz Hemo di destpêka axaftina xwe de berxwedana dîrokî ya Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê yên di çeperên şer de li ber xwe didin silav kir û wiha pê de çû: “Her qîrînek û her bostek vê axê berxwedana zarokên vî welatî ya dîrokî dibêje. Îro salvegera komplo ye, di vê rojê de hêzên hegemon biryara çêkirina sîstema Rojhilata Navîn a nû dan. Bi hêncetên cuda dest bi girtin û çewisandina zanistê kirin, zansita ku dê Rojhilata Navîn pêş bixe û azad bike ji koletiyê.”   ‘Hêza gelên demokrat nayê şikandin’   Şîraz Hemo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî hegemonyayê û wiha anî ziman: “Di dirêjahiya salan de her dem hewl dan hêza gelan bişkînin, jinan kole bihêlin lê tu carî nikarin bigihîjin serî. Çiqas dijmin hovîtiya xwe berdewam bikin jî ew ê nikaribin hêza gelan, jiyana hevbeş û demokrasiyê têk bibin. Bêguman sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka herî berbiçav e. Ev hevgirtina pêkhateyan çakûçek e ku li erşê desthilatdariya wan dide.”   ‘Dîrok bêdengiya we efû nake’   Şîraz Hemo kiryarên AKP-MHP’ê şermezar kir, bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û wiha bi dawî kir: “Me bi bertek, berxwedan û têkoşîna xwe komplo têk bir. Ev proje pêwîst e li tevahî Rojhilata Navîn were pêkanîn. Em di hizûra we de komployê şermezar dikin, em AKP û MHP’ê şermezar dikin û bang li rêxistinên mirovî dikin ku helwestên xwe ji bo bidawîkirina tecrîdê nîşan bidin.”   Meş bi dirûşma “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.   Heleb   Meclisa Edaleta Civakî û şaxê parêzeran a Helebê bi daxuyaniyeke hevbeş sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne kirin şermezar kirin.   Di daxuyaniya li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatiye xwendin de hate diyarkirin ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ne tenê li dijî vîn û kesayeta wî bû lê li dijî vîn û doza gelê Kurd û gelên bidest ên azadîxwaz û jinên azad bû.   Di dawiyê de soz hate dayîn ku li ser şopa ramanên Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn were mezinkirin. Her wiha bang li saziyên hiqûqî û mirovî hate kirin ku berjewendiyên navneteweyî û pîvanên siyasî yên durû bidin alî, erkên xwe yên exlaqî û mirovî û qanûnî bi cih bînin, dewleta Tirk neçar bikin ku qanûna mafê hêviyê pêk bîne û azadiya fîîzî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.   Reqa   Meclisa Bajar a Reqayê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Hevseroka meclisê Heyfa Muslim daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de soz hate dayîn ku gelên herêmê li hember pergala îşkence û qirkirinê têkoşînê mezintir bikin.   Qamişlo    Li Qamişloyê Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava li pêşiya avahiya zanîngehê ya li Qamişloyê daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmralî silav dikin û wiha hat gotin: “Vê berxwedanê vejîneke nû ji bo mirovahiyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet diyarî kir. Di bin dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” em ê têkoşîna xwe bi dilekî geş û germ berdewam dikin.”   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gel êdî naxwazin bi pergala îşkenceya Îmraliyê re bijîn û dixwazin bigihêjin jiyana azad û wiha dom kir: “Bê guman ev daxwaz û tevgera azadiyê ya cîhanê ku li ser vê bingehê hatiye pêşxistin, helwesta herî mafdar û demokratîk a dîrokê ye. Em herdem li ser rêka fikrên Rêber Apo tekoşîn dikin `tim hêvîdar in bi roja azadbûna te û her tim em ê bimînin şopdarên fikir û ramanên te`.”   Di daxuyaniyê de bang li aliyên hiqûqî, mirovî, navnetewî û mafên mirovan hate kirin ku bi erkên xwe rabin û sîstema îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.   Til Temir    Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de hevdîtinên xwe bi kesayetên li gel Abdullah Ocalan rûniştine re didomîne.   Endamê însiyatîfê Fuad Jûlî di civînê de bal kişand ser çalakiyên ku ji bo bidestxistina azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê li dar dikevin kir û got armanca van pêngavan, bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Jûlî banga mezinkirina têkoşînê jibo bidestxistina vê armancê kir.   Di civînê de şêniya bi navê Henîfe Mihemed Gotê axivî û soz da ku li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.   Henîfeyê got: "Dewleta Tirk dixwaze şoreşa me ya li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye, têk bibe lê bi ser nakeve."   Di dawiya civînê de pirtûkên li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan li beşdaran hatin belavkirin.   Di heman çarçoveyê de PYD`ê li gundê Reqebe yê başûrê Til Temirê civînek li dar xist.   Endamê rêveber ê Meclisa Bajarê Til Temirê Idrîs El Yunis axivî û behsa têkoşîna  Abdullah Ocalan kir. El Yunis got, Rêber Abdullah Ocalan bi raman  û felsefeya xwe ji gelên azadîxwaz re bûye rêber.   El Yunis îşaret bi armanên komployê û sedemên wê kir û teqezî bi têkoşîna Abdullah Ocalan kir ku bi projeya Rêveberiya Xweser li herêmê tacîdar bûye.   Kobanê   Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li kantona Firatê jî bi civînekê hate şermezarkirin.   Civîna li ser komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate kirin, ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a ji bo azadiya Abdullah Ocalan hate lidarxistin.   Berdevka însiyatîfê Eyşe Efendî destpêkê axivî, qala zilm û zordariya beriya rabûna tevgera azadiyê ya Kurd kir û got: "Piştî ku tevgerê destpê kir her tişt hate guhertin. Gelê Kurd ji nû ve bi ser xwe ve hat û xwe ji mirinê rizgar kir."   Hevserokê TEV-DEM'ê yê Kantona Firatê Enwer Mislim jî bi bîr xist ku di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de plana dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê kete meriyetê û got: "Komplo ji bo tinekirina gelê Kurd e. Divê em jî ji bo azadiya Rêber Apo her tim têbikoşin û neteweya demokratîk hîn xurt bikin. Gelê Kurd di sedsala 20'an de rastî gelek qirkirinê hat. Piştî hilweşandina împaratoriya Osmanî gelê Kurd her di nava qirkirinekê de bû. Li hemberî wê bi dehan şoreşên Kurdî rabûn û gelê Kurd li dijî wê qirkirinê serî hilda."   Endama Kongra Star a Kantona Firatê Xwînav Xelîl jî ragihand ku komplo di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelên azadîxwaz û demokratîk hate kirin.   Meşa Êzidî û Erebên Şengalê ya li dijî komployên 9’ê Cotmehê destpê kir    Li Şengalê meşa girseyî ya li dijî komploya navnetewî ya dijî  Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya dijî destkeftiyên civaka Êzidî destpêkir. Di meşê de hêrseke mezin li dijî komplo û peymanê heye.   Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îro li Şengalê li dijî komploya navnetewî ya dijî Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî destkeftiyên civaka Êzidî destpêkir.   Çalakiya navendî ya bi hemû pêkhate û sazî û dezgehên Şengalê li Mekteba Zarîfe Osê (Mekteba Sor) bi dirûşmeya, ‘Komployên 9’ê Cotmehê kuştin, ferman û hilweşandin’ destpê kir, wê heya  navenda Asayîşa Êzidxanê ya bajêr dewam bike.   Di meşê de bisedan posterên Abdullah Ocalan, pankartên li dijî peymana 9’ê Cotmehê û komployê hatine hildan.   Tevlîbûna jin û ciwanan a ji meşê re ku balê dikişîne, bê navber dirûşmên, ‘Bê Serok Jiyan nabe’ diqirîn. Hêrseke mezin li beramber komploya dijî Rêber Apo û peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Şengalê heye.   Girseya gel wê li vir daxuyaniya çapemeniyê ya derbarê peyman û komploya 9’ê Cotmehê de bidin.