Divê em xwe kilîdî azadiya Rêber Apo bikin 2024-10-09 11:06:15   "Dewleta tirk ne hêza wê ne jî cesareta wê ya tecrîdek wiha bide meşandin nîn e. Hiqûqa sîstema Îmraliyê ji roja destpêkê heta niha ji aliyê hêzên komploger ve tê birêvebirin. Rûxmî pêkanîna xebat û çalakiyên di asta cîhanî de jî CPT ku qaşo saziya pêşîlêgirtina îşkenceyê ye, bi hinceta ku dewleta Tirk destûr nedaye, rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê aşkera nake. Ev çi dide nişandan, ev nîşaneya ku CPT jî parçeyeke ji vê siyaseta qirkirinê ye."   Cîlan Roj    Di dîroka mirovahiyê de bi avabûna sîstema dewletê re heta roja îro, ji bo hêzên hegomonîk temenê xwe yê desthilatdariyê dirêj bikin li ser xwîna gelên bindest hemû rêbazên der mirovahî ceribandine. Rastiya gelê Kurd jî ku her dem rastî qirkirinên fîzîkî û çandî hatiye, di salên 60 70’yî de gihîşt asta hebûna gelekî dihat înkarkirin. Ji ber ku berî vê tirsa mirinê bilind dibû, tiştek bi navê nasname û hebûna kurd nema bû. Hîn komkojiya Geliyê Zîlan, di demên dawîn de Enfal, fermana li Şingal û bi dehan fermanên din di mejiyê me de zindî ne. Li hemberî zilma ku dihat kirin li gelek deveran  gelê Kurd serî hilda lê di encama van serhildanan de hemû pêşengên kurdan ji aliyê dijminan ve hatin qetilkirin. Dijmin bi qetilkirina pêşengên serhildanan difikirî ku dê careke din kurd serî hilnedin. Lê gelê kurd piştî bêdengiya salan bi derketina Rêber Apo careke din nefesa azadiyê kişandin û careke din gotin em hene. Lê dijmin qet hesabê derketina Rêber Apo û têkoşîneke bi vî rengî nekiribû.    Her ku fikir û felsefeya Rêbertî li Kurdistan belav bû tirsa neyaran mezintir bû, heqîqeta Rêbertî hesabê dijminan, hesabê sîstema kapîtalizmê serûbin kir. Rêbertî şoreşa azadî û demokrasiyê ji bo Kurdistanek serbixwe bi bîr û bawariya azadiya jinê re da destpêkirin. Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe ji bo gelên li Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê bû alternatîfa jiyana azad. Her ku çû fikirên Rêbertî belav bûn, mîna çola tî mirovên dilxwazê azadiyê ji heft salî heta heftê salî fikirên Rêbertî hemêz kirin. Bi coşeke mezin jinan ref bi ref berê xwe dan nav tevgera azadiyê, jinên bêdeng ji xwe bêbawar ku di nav qeyd û bendê civakê de fetisî bûn, serî rakirin û zincîrên koletiyê qetandin.    Rêbertî di serî de jin hemû civak bê rawestan bê navber perwerde kir. Dijmin ev rastî baş dît ka Rêber Apo çawa li hemberî planên wan dibe asteng. Hêzên desthilatdar ji bo ji holê rakirina astengiyên li pêşiya xwe, bi armanca tunekirina hêvî û îradeya gelê Kurd û tevgera azadiyê di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo dest bi planên xwe yên qirêj ÊN komploger kirin. Komployek wek vê tijî xiyanet, dirûtî û sextekarî di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin. Lê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistan û her aliyê cîhanê li dorA Rêber Apo bûn xelekek ji agir û bi dirûşma "Hûn nikarin Roja me tarî bikin’" bersiv da komplogerên hezar salan.   Bêguman ev komplo di şexsê Rêber Apo de di serî de jin li ser Gelê kurd û tevahî mirovahiyê hat meşandin. Lê hêzên komploger ku di encama paradigmaya Rêber Apo û berxwedana gel de negihiştin encamê, bi rê û rêbazên cudatir xwestin bigihêjin armanca xwe. Lewma vê carê di sala 2019’an de roja salvegera 9’ê Cotmehê dewleta tirk  bi desteka hêzên komloger li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî êrîşên dagirkirinê dan destpêkirin û piştî salek êrîşên dagikerinê vê carê dewleta tirk, PDK û Iraq li dijî serkeftiyên civaka êzidî Peymana Şengalê mohr kirin. Hilbijartina dîroka van herdu bûyeran jî ne tesaduf e, parçeyeke pêkanîna komployê ye. Hêzên komploger xwestin li van herdu herêmên ku bi paradigmaya Rêber Apo têne birêvebirin, tol ji Rêbertî bigirin, xwestin hêviya jiyana azad a civakên bindest têk bibin.   Ji aliyê din ve ev 26 sal in Rêber Apo li Îmraliyê di nav tecrîdeke mutlaq de ye û ev zêdetirîn çar sal in jî bi tu awayî agahî ji Rêbertî nayê girtin. Niha li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de siyaseteke qirkirinê li ser hemû gelan tê meşandin. Bi tevahî hiqûq hatiye binpêkirin, a rast li holê bê exlaqî,bê wijdanî û bê edaletî meaye. Di bin navê hiqûqê de bê hiqûqî tê kirin.    Dijmin baş dizane mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û naxwazin çareserî ava bibe. Her kes dizane yek peyva Rêbertî dikare pêvajoyê biguherîne û pêşiya şerê sêyemîn ê cîhanê bigire. Niha di bin navê cezayên disîplînê de pêşiya mafê hêviyê yê Rêber Apo tê girtin. Dewleta tirk ne hêza wê ne jî cesareta wê ya tecrîdek wiha bide meşandin nîn e. Hiqûqa sîstema Îmraliyê ji roja destpêkê heta niha ji aliyê hêzên komploger ve tê birêvebirin. Rûxmî pêkanîna xebat û çalakiyên di asta cîhanî de jî CPT ku qaşo saziya pêşîlêgirtina îşkenceyê ye, bi hinceta ku dewleta tirk destûr nedaye, rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê aşkera nake. Ev çi dide nişandan, ev nîşaneya ku CPT jî parçeyeke ji vê siyaseta qirkirinê ye. Diyar e CPT di serî de pergala desthilatdar ji bo domandina komployê rol daye her aliyên ku di nav komployê de cih digirtine.    Lê bi taybetî di van çend salên dawî de hemû cîhanê dît ku paradigmaya Rêber Apo paradigmaya çareseriyê ye. Ji ber vê yekê li seranserê cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û belavkirina paradigmaya wî pêngav hatine destpêkirin. Niha paradigmaya Rêbertî bi pêşengtiya jinên kurd û bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" li cîhanê li nav jin û hemû civakan belav bûye. Ked û hewldana Rêber Apo ya ji bo azadiya jinê bêhempa ye. Ji ber vê pêwîst e herî zêde jin xwedî li Rêbertî derbikevin. Çawa Rêbertî got bê jin jiyan nabe em jî divê li her derê bi dengekî bilind bêjin bê Serok jiyan nabe û azadiya me girêdayî azadiya Rêber Apo ye.    Li ser vî esasî divê destpêkê em jin, hemû civakên bindest ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo deng û têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji bo azadiya Rêber Apo bi ruhê şerê gel ê şoreşger em 24 saetan li ser pêyan bin û tenê yek daxwaza me hebe ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Divê em xwe kilîdî azadiya Rêber Apo bikin.