Xwendekara ji yurdê hat avêtin: Ji ber helwesta polîtîk a xwendekaran nerehetin 2024-10-09 09:06:40     Gulîstan Gulmuş   AMED - Di 3’yê cotmehê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ xwendekara Zanîngeha Dîcleye Fatma Budak ji yurdê hat avêtin. Fatmayê da zanîn ku bi armanca pêşî li fikrên xwendekaran bigirin ev tê kirin û got: “Li dijî vê bertek neyê nîşandan wê bandora pêkanîna dikin zêde bikin. Îro ji yurdê avêtin sibê wê ji dibistanê bavêjin.”    Midûrê Yurda Keçan a Îyaz Bîn Ganem ya nav zanîngehê ye, xwendekara Zanîngeha Dîcleyê ya Pola Çaran a Fakultyea Perwerdehiyê Fatma Budak (24) di 3’yê cotmehê de gazî odeya xwe kir û got ji yurdê hatiye avêtin. Midûr hinceta ji yurdê avêtin jî îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ nîşan da.   Fatmayê der barê pêvajoyê de ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.   ‘Der barê min de lêpirsînek tuneye’   Fatmayê da zanîn ku midûr gazî wê kiriye û wiha got: “Roja pêncşemê gazî min kirin. Kaxiz dan ber min û gotin ‘divê hema îşev ji yurdê veqetî’. Di rewşa normal de dîsîlînek pêk bê jî hefteyekê ji bo cih dîtinê divê bidin. Min got cihê ez lê bimînim tuneye. Min wê şevê bi zor ew îqna kirin. Ji min re gotin ‘tu her tiştî ji xwe dizanî’. Roja din ewraq dan ber min. ‘lêpirsîna terorê’ lê der barê min de lêpirsînek terorê tuneye. Biayreke dadgehê cezayek tuneye. Ev îdiayek bêbingeh bû.”   ‘Me îllegalîze dikin’   Fatmayê da zanîn ku sedema esas a ji yurdê avêtin, wek wan îdia kiriye ne ‘lêpirsîna terorê’ ye û wiha dirêjî dayê: “Sedema wê ev e ku pêşî li helwesta polîtîk a xwendekaran bigirin. Ji helwesta polîtîka  a ciwanan nerehet dibin.Dixwazin me îlegalîze bikin. Ji bilî vê sedem tuneye.”   Fatmayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ez ji yurdê hatim avêtin ez çûm yurdeke taybet. Lê aborî min dide zorê. Divê ev pêkanînên li hember xwendekaran bidawî bibin. Divê herks bertek nîşan bidin. Divê jinên ciwan li dijî vê bêdeng nemînin. Divê pêşî li van pêkanînan bê giritn. Divê mijarê de divê xwendekar tenê neyên hiştin.Em bi awayekî dijhiqûqî hatin avêtin. Îro em ji yurdê avêtin wê sibê jî ji dibistanê bavêjin.”