Li Mêrdînê atolyeyên havînê temam bûn 2024-10-08 12:36:01     MÊRDÎN - Atolyeyên havînê yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve bi dirûşma "Her zarokek reng e, her reng deng e, her dengek çîrokek e" dabûn destpêkirin bi dawî bûn.   Akademiya Hunerê ya Serokatiya Daîreya Çand, Tûrîzm û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi armanca piştgirîkirina pêşketina zaneyî, bedenî û hestyarî ya zarokan û ji bo zarok ji aliyê civakî û çandî ve xurt bibe atolyeyên havînê yên ku bi dirûşma, "Her zarok reng e, her reng dengek e Deng çîrokek e" dest pê kiribû temam kirin. Zarokan di warê wêne, şano, govendên gelêrî, koroya zarokan û kursên muzîkê de perwerde dîtin.   Zarokan demeke xweş derbas kirin   Li Akademiya Hunerê ji bo zarokên ku perwerdeyê dibînin çalakiya dawî ya dewreyê hat lidarxistin. Alîkarên Sekreterê Giştî Aziz Aksin û Hakki Gegez, Serokên Daîreyan, mamoste, zarok û malbatên wan beşdarî çalakiyê bûn. Di dawiya dewreyê de bi çalakiyên wekî pêşangeha hunerî, şano, govendên gelêrî, koroya zarokan û resîtala enstrumanên solo, zarokan demeke xweş derbas kirin. Zarokên ku performansa xwe nîşan dan, di dawiya perwerdeyê de kêfxweşiya hînbûn û sepandinê dîtin.