Li dijî komployê berxwedana dîrokî (12) 2024-10-07 09:07:56   Li dijî têkoşîna azadiya Kurd komploya 26 salan   Salîha Aydenîz   Komploya 9’ê cotmehê ya navneteweyî dikeve 26 salan. 26 sal berê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navneteweyî ve radestê Tirkiyeyê hat kirin. Komplo bi wê rojê sînor nema. Îro hîna komplo bi teşeyên cuda didome. Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî didome.   Komplo çima girîng e?   Ji bo planên li Rojhilata Navîn bê pirsgirêk bê meşandin ev komplo çima girîng e?Bi salan e li erdnîgariya Rojhilata navîn  şerên parvekirinê tên kirin. Ax avêtin ser gelan. Bi pêşengiya gelê Kurd têkoşîn hat meşanidn. Rawestandina vê têoşînê bi çek, tanq û topan ne pêkan bû. Tenê rêbazek dima, ew jî fikriyata têkoşînê beralîkirin û serokatî ji dewrê derxistin bû. Serokwezîrê demê Bulent Ecevît, wê demê wate nedabû gavên  DYA’yê. Lê  armanca tecrîdkirina birêz Ocalan encam neda. Gelê Kurd û fikriyata Abdullah Ocalan ev beralî kir.   Konsepta ku wan nîşan da   Birêz Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya Kurd ji bo lîstikên li Rojhilata Navîn negihêjin armanca xwe tehîdek mezin e.  Gotinên Birêz Ocalan yên der barê sêyemîn şerê cîhanê de tespîta vê ye.  Der barê geşdanên Rojhilata Navîn de pirsa ‘wê şerê sêyemîn yê cîhanê bê kirin’ deng dide û Birêz Ocalan bi salan berê gotibû şerê sêyemîn dest pê kiriye. Abdullah Ocalan got: “Sêyemîn şerê cîhanê rastiy e û bi giranî navenda wî rojhilata Navîn e. Tiştên li Iraqê tên jiyîn bi tena serê xwe her tiştî aşkera dikin.  Ev şer bi bêbandorkirina Îranê, îstîkrara Afganîstan û Iraqê, Çîn û Latîn Amerîka ji tehdîdê derkeve wê bidawî bibe.” Îro ji bo pêşî li Israîlê bê giritn gelek rê hene lê rola sereke dane Îranê. Ev tenê konseptê nîşan dide.   Wê îradeya şoreşgeran neyê desteserkirin   Nêrîn û tedbîrên der barê modernîteya kapîtalîst hîna wek tehdîd tên dîtin û ji ber vê jî  li dijî tecrîda li Îmraliyê rayagiştî ya cîhanê bêdeng dimîne deng dernaxe.  Îro tecrîd bi awayekî giran didome û li hember têkoşîna azadiya Kurd êrîş didomin. Lê tecrîd çiqas giran dibe bila bibe ev 30 sal e îradeya Birêz ocalan teslîm nehat girtin. Wê îradeya şoreşgeran neyê desteserkirin.    Divê her kes komployê baş fêm bike    Gelên Tirkiyeyê divê wateyên tecrîd û kompoloyê ji bo xwe baş fêm bikin. Îro tecrîdê bandor li hemû aliyan kiriye. Li her qada jiyanê li girtîgehan li ser hemû gelan, li ser jinan ciwanan tecrîd tê meşandin. Divê ji ber vê  komplo û tecrîd baş bê fêmikrin. Yên tiştên li Tirkiye û Kurditanê aydê gelane parve kirine, yên gel qetil kirin beralî bûn.  Bila neyê jibîrkirin ku fikrên Birêz ocalan hîna li pêş vê azadiyê çavkaniya ronahiya herî mezin in.