‘Dixwazin em bi surgunan poşman bibin’ 2024-10-07 09:05:39     Derya Ren   RIHA - Malbatên girtiyên ji girtîgehên Rihayê hatibûn surgunkirin, diyar kirin ku ew di alî çûyîn û hatina girtîgehan de zehmetiyan dikşînin û gotin: “Hewl didin me bitirsînin. Bi surgunkirinê hewl didin ku me poşman bikin. Lê em poşman nabin. Bibin ku derê bila bibin em ê  biçin zarokên xwe bibînin.”    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê der barê girtiyên ku demên dawî de ji Rihayê surgunê girtîgehên din hatine kirin de ‘Rapora derbarê surgunan’ de amade kir. Li gorî rapora hatiye amadekirin di salekê de ji girtîgeha Rihayê 56 girtî surgunê girtîgehên Erzîngan, Edene, Erzirom, Antalya, Samsur û Xerpêtê hatine kirin. Herwiha li gorî daneyên di raporê de cih digirin, gelek girtî di ketina girtîgehê de îşkence dîtine û piranî alavên wan hatine desteserkirin. Her wiha hat ragîhandin ku nav girtiyên hatine surgunkirin de yên temenê wan pêşketî jî hene û ev girtiyên nexweş birine girtîgehên Tîpa S û Ewlehiya Bilind (Tîpa Y).   Li gorî raporê girtiyên ku hatine surgunkirin, malbatê wan nikarin biçin hevdîtina wan û ji ber surgunê bajarê dur hatine kirin, ji ber aborî û durbûnê naçin hevdîtinê.   Ji heman bajarî surgunê bajarên din kirin   Girtiyên bi navê Bahoz Çîn û Alî Ulutaş yên malbatên wan li Wêranşar a Rihayê dijîn, hatin surgunkirin. Bahoz Cîn surgunê Osmaniyê Tîpa T, Alî Ulutaş jî surgunê girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê hat kirin.   ‘Ji sê mehan carê derdikeve revîrê’   Bahoz Cîn di 2015’an de li Wêran şarê hat giritn û cezayê muebetê lê hat birîn. Dayika wî Saddet Cîn da zanîn ku beriya kurê wê bê surgunikrin hefteyê carê diçû hevdîtina wî lê piştî surgunê girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê hatiye kirin çend mehan carekê diçin hevdîtinê. Saddetê wiha dirêjî dayê: “Em di çûn û hatinê de pirsgirêkan dijîn. Kurê min nexweşe û girtîgeh dure. Gurçikek wî qedyaye. Doktoran jê girtin. Niha yek gurçika wî heye. Lê ew jî nerehete. Nayê dermankirin. Sê mehan carê dibin revîrê.”   ‘Bila girtî tenê neyên hiştin’   Saddetê wiha bi dawî kir: “Me daxwaz kir ku bînin bajarê nêz. Lê bersivek nehat dayîn. Kurê min nexweşe. Divê tahliye bibe. Me ji bo vê jî serlêdan kir. Lê bersivek nedan. Yekane daxwaza me eve bila girtiyên me tenê neyên hiştin.”   ‘Dewlet şaşiyê dike’   Dayika Alî Ulutaş, Bedriye Ulutaş jî axivî û wiha anî ziman: “Sedema girtina zarokên me, sedema surgunkirian wan nasnameya Kurdbûnê ye. Dixwazin me bitirsînin. Dixwazim em poşman bibin. Lê me tiştekî ku poşman bibin nekiriye. Dibin ku derê bila bibin ezê ji bo kurê xwe biçim. Hemû girtî zarokên minin.  Rojên borî de kurê min û çar hevalên wî dibin nexweşxanê. Hemûyan kelepçe dikin. Ji ber li dijî vê dertên tên derbkirin. Bila xwedê mafê me ji wan re nehêle.”