Li Lozan û Bielê çalakiyên azadiyê hatin lidarxistin 2024-10-05 11:15:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de li Lozanê çalakiya "şeva çandî û enternasyonalist", li Bîelê jî belgefîlma "Rojên ji agir" hate pêşandan.   Çalakiyên ku di Lozanê pêk hatî de çalakvanê Kolektîfa Enternasyonalîst a Ciwanan Saraf Schaft, parlementerê berê ya Partiya Demokratîk a Gelan Kemal Aktaş û parlementera DEM Partî Bêrîtan Guneş a ku bi riya telekonferansê tevlîbûyî di der barê pêngavê de axivîn.    Bêrîtan Guneş çalakiyên ku di Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê de Abdullah Kuday ê ku ji ber astengkirina tehliyeyê li girtîgêhê jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Bêrîtan Guneş polîtîkayên dewleta Tirk a hovane ya li hemberî girtiyan pêk tîne rexne kir û got ku dewleta Tirk dem ali hundir û derva teng dibe êrişî nirxên gelê Kurd dike. Berîtan Guneş axavtina xwe de bal kişand ser zextên li ser çand û zimanê Kurdî û got: “Ev polîtîka zilm û bêçaretî li gelan ferz dike."    Bêrîtan Guneş anî ziman ku li hemberî van polîtîkayan yekane çareserî modela jiyana demokratik a Abdullah Ocalan e û wiha dawî li axavtina xwe anî: "Ji bo modela jiyana demokratik were parastin û bikeve meriyete em ê di 13’ê Cotmehê de li ‘mîtînga azadiyê’ ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were cihê bigirin."     Piştî axavtina Bêrîtan Guneş çalakvana Kolektîfa Enternasyonalîst a Ciwanan Sarah Schaft axivî û bal kişand ser rola ciwanan a şoreşa gelên cihanê de. Sarah Schaft bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya gelê Fîlîstînê û greva li Arjantînê pêş dikeve û anî ziman ku li Swîsre û Ewrûpa di pêşengiya ciwanan de pêlekî protestokirinê pêş dikeve.   Sarah, wiha domand: "Li Kurdistanê li hemberî dagirkeriya ku dibêjin Şerê Cihanê yê Sêyemîn, ciwan berê xwe didin çiyayan. Şerê ku li Fîlîstîn û Kurdistanê diqewime tenê gelên wê derê eleqedar nake. Berpirsê van şeran hêzên serdest in. Pêwîste wek ciwan em di vî şerî de bibin çareserî.”    Sarah anî ziman ku paradîgmaya Abdullah Ocalan li Rojava bû bersiv û ew ê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê biparêzin.   Piştî Sarah, siyasetmedar Kemal Aktaş di derbarê tecrîta mutlaq a li ser Abdullah Ocalan didome axivî. Kemal Aktaş nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser têgeha hevaltî ragihand û got hevaltî di çarçoveya rexne-xwerexne de tê pêşxistin.   Kemal di der barê Komploya9’ê Cotmehê bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sûriyeyê re dest pê kiriye de axivî û wiha got: “Bi vê komployê re xwestin Rêber Apo û Têkoşîna Azadiya Kurd tesfiye bikin. Lê belê, Rêber Apo bi paradîgmaya ku afirand re van polîtîkayan vala derxist. Îro ji bo ev komplo berdewam bike hêzên navnetewî ji bo peywendiya Rêber Apo û gelan qut bibe ev 26 sal in polîtîkayê tecrîta mutlaq dimeşînin.”   Kemal bibîr xist ku îro ew dikevin duyemîn salvegera pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û wiha berdewam kir: “Heta ev pêngav serbikeve wek Kurdistanî û dostê wan em ê her ser piya bin.”   Kemal, herî dawî banga tevlîbûna çalakiyên ku 12’ê Cotmehê li Baselê û 16’ê Mijdarê li Kolnê were lidarxistin kir.   Li çalakiyê hunermendên Tev-Çandê muzîk pêşkêş kirin.   Li bajarê Bielê belgefîlma, “Rojên ji Agir” hate pêşkeş kirin.    Di salvegera 9’ê Cotmehê ya komploya navneteweyî de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bîelê belgefîlma “Rojên ji Agir” hate pêşandan.   Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û komîteya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ve hat lidarxistin. Kurdistaniyên li bajarên Biel û Bernê dijîn tevlî çalakiye bûn.   Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û tecrîda mutlaq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.    Di dawiya axaftinan de banga tevlîbûna meşa 12'ê Cotmehê ya bi pêşengiya YJK-S'yê ve bê lidarxistin hat kirin.