‘Bi mîlyonan jinên ku pênûsa Nagîhanê li erdê nahêlin hene’ 2024-10-04 19:10:38   WAN - Di bîranîna rojnameger Nagîhan Akarsel ku du sal berê hat qetilkirin de parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan axivî û da zanîn ku ew wek jin bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya Nagîhê mezin bûne û got wê tu carê têkoşîna wê neyê jibîrkirin. Pervînê got bi mîlyonan jinên ku pênûsa Nagîhanê li erdê nahêlin hene.   Bi Pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Tevgera Jinên Azad (TJA) Jineolojiyê ji bo rojnameger, endama Navenda Lêkolînê ya Jineojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel  ku 4’ê cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hat qetilkirin bernameya bîranînê li Wanê pêk hat. Bername li  DEM Partî ya Riya Armûşê pêk hat û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), rêveberên DEM partîyê, DBP’ê, TUHAY-DER’ê, MEBYA-DER’ê, hevşaredarê bajarê mezin yê Wanê Abdullah Zeydan, parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Zulkuf Uçar û Pervîn Buldan tevli bûn.    Endama MKG’ê Onur Deger di bernameyê de axivî û da zanîn ku Nagîhan du sal berê hatiye qetilkirin û wiha got: “Dema em li sekn, keseayet, perspektîfa ‘jin jiyan azadî’ ya hevala Nagîhan dinêrin em dibînin ku çima hatiye qetilkirin. Hevala Nagîhan jiyana xwe daye ser têkoşîna azadiyê.  Bi pênûsa xwe bi dilê xwe zîhniyeta xwe dest da her kesî. Hem hevala Nagîhan bibîr tînin, mîrateya wê ya pîroz ya ji me re hiştiye careke din fêm dikin.”   Parlamentera DEM partiyê ya Wanê Pervîn Buldan jî axivî û daxuyakirin ku Nagîhanê bi sê nasnameyan jiyana xwe domandiye û ev nasname ya rojnamegerî, ya akademîsyenî û ya jinbûnê ne. Pervînê wiha dirêjî dayê: “Em wek jin bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya Nagîhê mezin bûne. Wê tu carê têkoşîna wê neyê jibîrkirin. Bi mîlyonan jinên ku pênûsa Nagîhanê li erdê nahêlin hene.”