Parêzerên OHD'ê serbest hatin berdan 2024-10-03 16:01:06     AMED - Endamên OHD’ê Gurbet Ozbey Oner û Serhat Hezer ku ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik dihatin darizandin, beraet kirin.    Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Gurbet Ozbey Oner û Serhat Hezer ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin. Danişîna doza parêzeran li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Gurbet Oner, Serhat Hezer û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Di heman demê de li ser navê Défense Sans Frontières (Parêzerên Sînornenas) jî Françoise Cotta û Christine Martinea û gelek parêzeran jî doz şopandin.    Parêzeran li dijî mutalaaya dozger paratin kirin û gotin ku miwekîlên wan ji ber xebatên pîşeyî tên darizandin. Parêzeran destnîşan kirin ku îfadeyên îtîrafkar Akbiyik bêbingeh û derew in û divê esas neyên girtin.    Piştre jî parêzer Mehdî Ozdemîr, Muhlîs Ogurgul û Yunus Mûrat Akan li dijî tawanbariyên li dijî OHD’ê parastin kirin. Piştre jî parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin û daxwaza beraetê kirin.    Şandeya dadgehê ji bo Serhat Hezer û Gurbet Oner biryara beraetê da.