Li dijî komployê berxwedana dîrokî (8) 2024-10-03 09:05:31     9’ê Cotmehê di sala 26’emîn de ye   NAVENDDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara kurd Leyla Guven ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de nameyek şand û got: "Gelê Kurd, jinên kurd komploya ji 1998’an dest pê kir û di sibata 1999’an de bi dîlgirtina fîzîkî encam bûm, di şexsê Abdullah Ocalan de li xwe hatiye kirin qebûl kirin. Ji bo konseptê vala derxînin her cureyê hewldanê danîn holê."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 9’ê Cotmeha 1998’an neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û 4 meh şûnde jî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. 43 meh in jî agahî jê nayê girtin.    Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 26'an de ye. Di vê beşa dosyaya xwe de em nivîsa siyasetmedara kurd Leyla Guven a li Girtîgeha Elezîzê ya li ser komployê nivîsandiye parve dikin.   Nameya Leyla Guven wiha ye:    "Meha cotmehê meha ku tov bi axê re digihêjin hev, di vê mehê de tov di bin axê de şîn dibin, bêyî guh bide demsala zivistanê, berf û baranê, xwe zindî dihêle. Ji ber vê yekê hêviyên ku her kesî heyranê xwe dihêle tê dinê. Lê mixabin hedefên ku tenê ji bo xerabiyê dixebitin jî hene.   Hewldana suîkastê ya beriya 9’ê cotmehê li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî, polîtîkayeke dewletê ye ku ji Wêranşarê dest pê dike. Li ser axa ku Birêz Abdullah Ocalan lê hatiye jiyîn ev suîkast pêkanîn, pêkanînnek taybet û trajediye. Di encamê de gelek mirovên ku hatine çavsorkirin hene. Ji bo van mirovan bînin  hember hev, TC pirs serî li vê rêbazê dide. Di 9’ê Cotmeha 1998’an de hêzên navneteweyî di hevkariyê de zehmet nekişandin. Van hêzan dest dan hev û di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de hêviyên gel tune kirin. Lê serokatî û ciwanên Gelê Kurd ji zûde tovên xwe bi axê re anî bûn gel hev û tovan hilberînên xwe dabûn.   Hem Birêz Abdullah Ocalan hem jî gelê me dizanin ku bi vê komployê çi tê hedef girtin. Serî girtin û beden belavkirin stratejiyeke ku li vê erdnîgariyê her tim serî lê didin e. Di dîrokê de gelek mînakên vê hene. Şexsiyetên pêşeng ên Gelê Kurd bi sozên cuda, bi vexwendîkirinan bi zor revandinê dîl hatin girtin û surgunkirin. Hedefa van pêkanînan bêguman şikandina îradeye, tunekirin, şerê psîkolojîk û tunekirina hêviyan bû. Van hêzên komploger jî bi kodên berê tevgeriyane, lê paradîgma Birêz Abdullah Ocalan nekirine hesab. Xuyaye ku tevgera Gelê Kurd ya ku gihiştiye mîlyonan nedîtine.   Paradîgma azadiyê, jinê, ekolojîk, demokratîk, ahlaqî polîtîk, hevjiyana azad ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistiye nexistin hesabê. Ji ber vê jî tişta bi Komploya 9’ê Cotmehê armanc kirin pêk nehat. Abdullah Ocalan bi berxwedana piştî komployê hesab vala derxistin. Ji ber vê hêzên komploger dersên nû dan Tirkiyeyê. Gotin ‘Em rayeya bê sînor didin we, hûnê di dijhiqûqiyê de bersiv nedin kesî, hûn dikarin kurda tune bikin, hûn dikarin tecrîdê giran bikin.’ Kî dibêje bila bêje bi kîjan zimanê tê gotin bila bê gotin deşîfrekirina vê zîhniyetê ev e. AKP van talîmatan bê kêmasî tîne cih. Çawa ku serokwezîrê demî di 1999’an de got ‘Em nizanin çima Abdullah Ocalan dane me’ îro jî AKP piştperdeya stratejiyê nizane. AKP’ê hêzên oryantalîst dost qebûl kir. AKP’ê li hember welatên Rojava koza penaberan bikar anî û zirarên ku bi vê dide welatê xwe nabîne. Polîtîkaya wan ya esas ev e ku nifûsa kurd kêm bikin, nifûsa ereb zêde bikin.   Bêguman sedemên rojevî û dîrokî yên vê nêzîkatiya dijminwarî ya li hember kurdan heye. Em li aliyê dîrokî dinêrin ji zîhniyetên faşîst wêdetir, em li ser kêmasiyên xwe disekinin. Selahattîn Eyubî, Saîdî Kurdî û şexsiyetên din yên kurd ku îro Erdogan ji ser zimanê xwe nade alî, ji bo gelê xwe, welatê xwe têbikoşiyana, me yê îro ev bê statu bijiya? Ji ber vê jî tiştên îro tên jiyîn bakira duh in. Yakene tişta guheriye Gelê Kurd ji dîrokê ders derxistine û di xeta berxwedanê de stratejî guhertine. Bêguman mîmarê vê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.   Di ser komployê de 26 sal der bas bû. Li Rojhilata Navîn û cîhanê vê pêvajoyê de çi guherî? Em dinêrin tiştek neguheriye. Li hemû cîhanê fragmana sêyemîn şerê cîhanê tê lîstin. Rojhilata Navîn dîsa nav xwînê de ye. Di serî de pirsgirêka kurd û fîlîstînê, heta çareserî bê taloqkirin wê şer giran bibe. Ji bo pirsgirêkên bi sedsalane didomin, keksên bi çareseriyên lokal nêz bûn tu encam bi dest nexistin. Li erdnîgariya me polîtîkayên olperest, paşverû, netewperest, zayendperest her diçin mezin dibin. Rejîmên despot yên yek mêrî, hîna li serê gelan belane. Hêzên hegemonîk bi alavên îmhakirinê şerê bi kontrol diceribînin. Qetilkirina jinan gihiştiye asta herî jor. Hilweşînên ekolojîk her diçe giran dibe. Newekhevî li her qada jiyanê zêde dibe. Sermayeya cîhanê ji sedî 90 destê wan de ye. Li dijî van Gelê Kurd û muxalîf li ber xwe didin. Gelê Kurd her çiqas mahcubiyeta ku Rêberê xwe azad nekiriye bijî jî li her derê cîhanê li ber xwe dide. Birêz Ocalan ne keseke, gele, fikriyate û heqîqete.   Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan der barê pêşketina Rojhilata Navîn û Cîhanê de tespîtên girîng û pêşniyarên girîng dike. Mînak herî şênber netewa-demokratîk e. Dema ev model li Rojhilata Navîn bikeve jiyanê, di her alî de wê teşeyê jiyaneke ku di her alî de têrê xwe dike derkeve holê. Gel wê bi rêgazên herî demokratîk xwe bigihinin jiyana azad. Aktorên herî girîng yên vê jî wê jin bin. ‘Konferansa Jinên Rojhilata Navîn’ ya ku Tevgera Jinên Kurd pêk anîn mînaka vê ya herî şênber e.   Di encamê de; Gelê Kurd, jinên kurd komploya ji 1998’an dest pê kir û di sibata 1999’an de bi dîlgirtina fîzîkî encam bûm, di şexsê Abdullah Ocalan de li xwe hatiye kirin qebûl kirin. Ji bo konseptê vala derxînin her cureyê hewldanê danîn holê. Li qadan li zindanan bedelên giran dan. Tecrîd, dîlgirtin didome. Em dikarin ji Seyîd Riza îlhamê bigirin û bêjin; me dîlgirtin, tecrîd, hevaltiya qels çareser nekir bila ev ji me re bibe derd. Hêzên hegemon yên cîhanê bûn yek lê 26 sale Birêz Abdullah Ocalan teslîm negirtin. Ev jî bila ji wan re bibe derd. Em hêzên komploger carek din şermezar dikin, bi hêviya rojên azad têkoşînê didomînin."   Sibê: Paradîgma ku komplo beralî kir ji cîhanê re dibe ronî.