ROJEVA 02'YÊ COTMEHA 2024'AN 2024-10-02 09:00:00     * Aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Bor, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet a ku li Kurdistanê tê meşandin û got: "Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet li hemberî bedena jinan tê meşandin." BI DÎMEN    * Jinên li Wanê dijîn bal kişandin ser windabûna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş û gotin: “Xebatên lêgerînê qels tên meşandin. Polîtîkayên desthilatdariyê pêşî li van bûyeran vedike. Em ê bi hevalên xwe yên jin re li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”  BI DÎMEN   *Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 26 sal li pey xwe hişt û berdewamiyaa komployê polîtîkayên tecrîdê didomin. Di 11 salên daweî de li dijî van polîtîkayana çalakiyên cuda pêk hatin.   *Berpirsiyara Ofîsa Têkiliyên Dîplomasî a Meclisa Jinan a Sûrî Eyşe Hiso têkildarî panela ji aliyê jinan ve li Helebê hat lidarxistin da zanîn divê jin di panelên bi vî rengî de her werin gel hevdu da ku tundî û koletî ji holê rabin û wiha got:" Wê xebatên bi vî rengî, panelên bi vî awayî tên lidarxistin bibe bingeha yekîtiya hemû jinên Sûriyeyê. Ji bo azadiya hemû jinan divê em her tim di panel, semîner, meş û çalakiyên cuda de bên gel hevdu. " BI DÎMEN