ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-01 09:00:00     *Endamên DEM Partiyê ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê ya Amedê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê bê lidarxistin, gotin, "Divê em li ser rêya azadiya Birêz Abdullah Ocalan bi hev re tevbigerin." DÎMEN HEYE   *Li dijî komplo û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li her derê cîhanê çalakî dewam dikin. Îro jî yên ku berxwedana ji çembera agir girtine ser xwe, armanc dikin ku careke din tarîtiya komployê ji holê rakin.   *Ji Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûrî a Giştî Gulan Silêman têkildarî kiryarên ku li herêmên ketine binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê wiha got:"Di encama dewamkirina kiryarên ku derheqê jinê bi taybet li herêmên dagirkirî tên berdewamkirin em çalakiyan organîze dikin. Daxwaza me ew e ku em panelên xwe yên li dar dixin bi hemû jinên Sûriyeyê re parve bikin."  BI DÎMEN