ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-29 09:00:00     *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandinên derbarê komploya navneteweyî de diyar dike ku di pêvajoya li Rojhilata Navîn bû tevî hemû zext û êrîşan ‘3 xebatên destanî’ kiriye. DOSYA   *Jinên tevli konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bûn diyar kirin ku îlma jin û Jinolojiyê di vê konferansê de hat nîqaşkirin û wiha gotin:" Gelek beşên jiyanê yên Jinolojiyê hatin nîqaşkirin. Di milê perwerdeyê de, di milê zanistê de hat destgirtin. Her wiha di milên zanîngehan de di milên rêxistinbûyinê de her wiha di milê akademiyan de ev mijar hat nîqaşkirin. Wê zanista Jinolojiyê çawa xwe nûjen bike? Ji bo belavkirina zanista Jineolojiyê ev konferans girîng bû." DÎMEN HEYE   *Canan Guler a li Peyasê kiratxane vekir, ji profîla jinan a ku pergala serdest a mêr afirandiye derket û ji xwe re qadek jiyana nû ava kir. DÎMEN HEYE   *Azra Mîray Evcî ji aliyê mêrê bi navê A.Î.K  ve destdirêjî lê hat kirin. Azrayê got gumanbar ji ber ‘qelsiya delîlan’ berat kiriye û got wê îtîrazê biryarê bike. Azrayê her wiha got ew piştgiriya jinan dixwaze. DÎMEN HEYE   * Endama Kolektîfa Femînîst a Aralik Gulyeter Aktepe derbarê tundiya li ser jinan axivî û got: “Feshkirina Peymana Stenbolê û polîtîka bêcezahiştinê hêzê dide mêran. Êrişa dewletê ya li hember destkeftiyên jinan jî di vê nokteyê de pêk tên. Divê em li dijî tundiyê rêbazên têkoşînê biaxivin.” BI DÎMEN    *Çapemeniya muxalîf ku li dijî talan, kuştinên li Kurdistanê bêdeng dimîne vê carê jî li dijî çeteya fuhuşê bêdeng ma û ev jî bû sedema niqaşan. MEDYA KRÎTÎK