Rêgezên bingehîn (2) 2024-09-27 09:02:58   "Ev belge bi îradeya hevpar û azad a jinên ku nûnertiya Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin hatiye amadekirin."     Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê   Rêgeza yekemîn: Mafê jiyanê pîroz e û bêyî newekhevî bê kirin bi qanûnan tê parastin.   Rêgeza duyemîn: Asîmîlasyon, oto-asîmîlasyon, qirkrin, koçbrekirin, îşkenceya ahlaqî û fîzîkî sûcên mirovahiyê ne û li dijî van têkoşîna piralî tê dayîn.   Rêgeza sêyemîn: Ji bo guhertina îdeolojiyên li ser serdestiya mêr, zayendperetsî, ol û fanatîzma neteweyî hatiye avakirin, têkoşîn tê dayîn.  Her cureyê têkiliya civakî ya ku jinê dike alav, bi parastina cweherî û venasîna dîrokê tê qedexekirin.  Ji bo xweserbûna zaeyndên di têkiliyên malbat û civakê de, berxwedana xwe dispêra civaka demokratîk û malbata demokratîk tê pêşxistin.   Rêgeza çaremîn: Li dijî ferasta dîrokî ya sexte ya li ser feraseta destilatdariyê hatiye avakirin, ji bo guhertina vê ferasetê, ji bo heqîqet û xweserbûnê têkoşîn tê dayîn.   Rêgeza pêncemîn: Ji bo mîrateya jiyana azad, komunal, aştiyane, demokratîk a gelan têkoşîn tê dayîn; Nirxên mirovahiyê yên hezaran salî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi nirxên demokratîk yên sedsala 21’ê re dibin yek.   Rêgeza şemîn: Li dijî feraseta çanda paşverû ya civakê de têkoşîna rêxistinkirî tê meşandin û ji bo zindîkirina regezên ahlaqî yên civakî hewldan tê dayîn.   Rêgeza heftemîn: Fêrbûna zimanê dayikê, jiyandina çand û ziman, mafê her civakê ye. Li dijî her cureyê qirkirina çandî têkoşîn tê dayîn û ji bo pêşxistina saziyên çandî xebat tên meşandin.   Rêgeza heştemîn: Ji bo peyamna civakî ya jinan pêk bê,li dijî qanûnên mêr-desthilatdariya dewletê , formulên hiqûqî û ahlaqî yên alternatîf tên pêşxistin. Li dijî van qanûnan polîtîka civaka ahlaqî tê meşandin.   Rêgeza nehemîn: Çareserkirina pirsgisrêkên ekolojiyê, pêxistina hişmendiya civakî û ji bo destkeftiya zihniyeta ekolojiyê têkoşîn tê dayîn.   Rêgeza dehemîn: Di esasa zanistên civakî de, jîneolojî ya ku xwezaya jinê lêkolîn dike, tê pêşxistin.   Rêgeza yanzdemîn: Ji bo li her qadê wekheviya jin û mêr pêk bê, nûneriya jinan a ji sedî 50 esas tê girtin. Pêşengiya jinê esas tê girtin, pêşengiya jinê teşwîq dike û piştgiriyê didê.   Rêgeza donzdemîn: Der barê siyaesta welat û jiyana giştî de, tevlibûna saziyên civakî yên sivîl; bi şerta ku peyamana civakî neyê binpêkirin, avakirina rêxistinên parastina cewherî û rêxistinên xweser  pêk tîne.   Rêgeza sêzdemîn: Dema meclisa destura bingehîn di rewşên awarte de qanûnan nîqaş bike wê rêxistinên jinan, mafê mirovan jî amade bin. Di qanûnên der barê jinan de wê îradeya jinan esas be.   Rêgeza çardemîn: Jin ji bo zarokan ji bo derxistina nasnameyê, guhertina nasnameyê, parastina zarok an jî girtina welatîbûnê wê bi mêran re xwedî heman şert û mafan be.   Rêgeza panzdemîn: Tecrubeya civakî ji ber tecrube û zanîna wan kal û pîr esas tên girtin û di çareseriya pisgirêkên civakî de cih didin wan.   Rêgeza şanzdemîn: Tundiya li hember jinan, wekheviya li hember jinan qedexeye. Rêveberiyên xweser ji bo parstina jinan her cureyê mekanîzmayê pêş dixîne. Ji bo fuhuş û destdirêjiya li hember jinan rabe û ji tundiyê bên parastin dermankirin tê teşwîqkirin.   Rêgeza hivdemîn: Rêxistinên jinan di sûcên li hember jinan de, nûnerên mafên giştî yên jinane. Malbat an jî jin dest ji dozan berdin jî ew bernadin.   Rêgeza hejdemîn: Her cureyê paşverûtiya li jinan tê ferzkirin sûc tê dîtin.   Rêgeza nozdemîn: Belgeyên zewacê bi riyên qanûnî tê amadekirin. Daxwaza her dua liyan tunebe zewac pêk nayê.   Rêgeza bîstan: Jin û mêr di mijarê mîrateya û şahidiyê de wekhevin.   Rêgeza bîst û yekemîn: Jin xwedî mafê ku dixwaze zarokan bîne an neyne ye. Ji mezinkirina zarokan û jiyana malbatê tenê jin ne berpirsin.   Rêgeza bîst û duyemîn: Jin di qada aboriyê de xwedî mafê rêxistinbûn û zanînê ne.   Rêgeza bîst û sêyemîn: Rêveberiyên xweser û sivîl girîngiya jinê ya dik ed û kar de esas digirin û jinan tevli plansaziyên pêşvebirinê dikin.   Rêgeza bîst û çaremîn: Di sektora tenduristiyê de li dijî hemû nêzîkatiyên ku jiyana mirovan îstîsmar dike, rêxistibûna û hişendiya tenduristiyêya ji bo mafê jiyanek bi tendurist a jin û zarokan tê pêşxistin.   Rêgeza bîst û pêncan: Rêveberiya xweser û sivîl ji bo malbat, kesan û bi taybte jî jin zarokan avakirina mekanîzmayên ewlehiya civakî digirin teşwîq dikin.   Rêgeza bîst û heftemîn: CEDAW, Peyamana Stenbolê, hemû biryên NY’ê yên der barê jinan de û peymanên din esas tên girtin.   Pêşniyarên giştî   1-Ev belge bi îadeya azad û hevpar a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nûneriya wan li meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, hatiye amadekirin.   2-Tevgerên azadiya jinê, rêxistinên jinan yên partiyên siyasî, meclîsên jinan, saziyên civaka sivîl û jinên pêkhateyên wan, hemû jinên ji bo azadiya jinê têdikoşin, girêdayê vê belgeyê ne û ji pêk hatina vê belgeyê û jiyankirina wê berpirsin.   3-Ev belge ji bo amadekirina Qanûna Medenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexşerê ye.   4-Ji pêkhatina van rêgezên di belgeyê de hemû rêxistin û kesayetên civakî, jin, zarok û mêr berpirsin. Her kes ji bo perwerdekirina malbatê û pêkanîna rêgegazan berpirs e.   5-Di vê belgeyêde, ger fêde an jî hewcedariyek hebe bi erêkirin û nîqaşên rêxistinên jinan dikare guherîn bê kirin.     11/06/2021   *Ev nivîs ji hejmara 30’emîna mijara dosya ‘rojava’ ya kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.