Li dijî komployê berxwedana dîrokî (1) 2024-09-26 09:03:21     Ji 9’ê cotmehê heta 15’ê Sibatê   AMED - Komploya navnetweyî ya 9’ê cotmeha 1998’an de ku li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat dsetpêkirin di 15’ê Sibata 1999’an bi anîna wî ya Tirkiyeyê re di pêvajoya komployê de çi guherî?   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 9’ê cotmeha 1998’an de bi komployek navnetweyî ji Sûriyeyê neçar ma derkeve. Di 15’ê Sibata 1999’an de revandin û anîn Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan ku pêvajo wek "operasona NATO-Gladyo", "destpêka sêyemîn şerê cîhanê", "mudaxaleya ewil a li Rojhilata Navîn" girt dest,  di serî de bi destê DYA, bi destê  gelek hêzên navneteweyî û herêmî gav bi gav hat meşandin. Di vê beşa ewil a dosyaya xwe de, me di pêvajoya komploya li hember Abdullah Ocalan  çi hatiye  jiyîn, berhev kir.   Li sînorê Sûriyeyê daxuyanî û tehdîd   Mehek beriya 9’ê cotmeha 1998’an  ji bo Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bê derxisitn zext li hikûmetê haitn kirin. Fermandarê Hêzên Bejahî Atîlla Ateş di 16’ê îlonê de li sînorê Sûiryeyê daxuyanî da û hikûmeta Sûriyeyê hat tehdîdkirin û xwest Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin.   Hevkariya Kurdan tevli komployê hat kirin   Rojek piştî vê di 17’ê îlona 1998’an de vê carê hevkariya Kurd ket dewrê û lîderê PDK’ê Mesut Barzanî, bi tevlibûna DYA û Îngîlîstanê gazî Enqereyê hat kirin. Piştre jî bi lîderê YNK’ê re hatin gel hev.  Li Washîngtonê di navbera PDK-YNK-DYA’yê de peyman hat îmzekirin. Bi vî awayî hêz tevli komployê hat kirin.   Civîna MGK’ê, vekirina meclîsê   Yek ji gavên komploya li hember Abdullah Ocalan, daxuyanî û peyama ku 30’ê îlona 1998’an de serokomarê Tirkiyeyê Suleyman Derîrel piştî civîna MKG’ê dabû. Suleyman Demîrel di axaftina xwe de tehdîda wê bi leşkerî mudaxaleyê Suriyeyê bikin, kir.   Amadekariyên şer   Di 3’ê cotmehê de li Îskenderunê DYA’yê bi tevlibûna hezaran leşkerî tatbîkat pêk anî. Israîlê li Girên Golan hêzên xwe bi cih kir. Tirkiyeyê jî ji Hatayê heta Cizîr a Şirnexê  yanî li sînorê Sûriyeyê leşker bi cih kir. DYA, Misir, Suudî Erebîstanê zext li Sûriyeyê kir.   Serîtewandina Sûriyeyê û derketin!   Sûriye li dijî van zextan serî tewand û xwest Abdullah Ocalan ji welatê wan derkeve. Abdullah Ocalan 9’ê cotmeha 1998’an de ji Şamê çû Atîna ya Yewnanîstanê. Lê wezîrê veguhestinê yê berê yê Yewnan  û parlamenterê PASOK Kostas Baduvas soza dabû neanî cih û Abdullah Ocalan pêşwazî nake li şûna wî  Savvas Kalenterîdîs û  rayeyê payebilind yê îstîxbaratê Stavrakakîst pêşwzî dike.  Daxwaza îltîca Abdullah Ocalan nayê qebûl dikirin û dibêjin demildest ji Yewnanîstanê derkeve. Heman rojê Abdullah Oclaan dibin Moskov a Rûsyayê.  Li wir 33 rojan dimîne.   Rûsya, biryara Duma û zext   Serokwezîrê Tirkiyeyê yê demî Mesut Yilmaz daxuyand ku îstîxbat girtine ku Abdullah Ocalan li Rûsyayê ye. Li ser vê Abdullah Ocalan ji bo starbûnê serî li  baskê jêr yê Parlamentoya Rûsyayê, Duma dide.  4’ê mijdara 1998’an ev tê qebûlkirin.  Berdevkê wezareta karê derve yê DYA’yê James Rubîn got divê kes daxwaza Abdullah Ocalan qebûl nake. Tevî biryara, serokwezîrê Rûsyayê dixwaze Ocalan ji Rûsyayê derkeve, 9 roj demê didê.   Derbasbûna Îtalyayê    Abdullah Ocalan li ser hrewldanên parlamenterê Îtalyan Roman Mantovanî di 12’ê mijdarê de diçe Îtalyayê. Abdullah Ocalan çawa diçe Romayê tê girtin. Serî li starbûnê dide. Lê li hember Îtalyayê jî zext tên kirin. Wezîrê karê derveyê DYA’yê  Madeleîne Albrînght got divê tu welat Abdullah Ocalan qebûl nake û bi sekreterê giştî yê NE’yê re hevdîtinê dike.   Abdullah ocalan vê pêvajoyê wek ‘kesê li Ewropayê nayê xwestin’  dinirxîne.   Ji nûve çû Rûsyayê   Abdullah Ocalan piştî zextan dîsa diçe Rûsyayê. Abdullah Ocalan li wir qet dernaxin derve. Rûsya carek din naxwaze Abdullah Ocalan li welatê wan bimîne. Ocalan di 20’ê Çileyê 1999’an de  dibin gundekî paytexta Bîşkek a Tacîkîstanê. 8 rojan li wir dimîne di 28’ê Çile de dîsa dibin Moskovê. Di 29’ê Çileyê 1999’an de dîsa dibin Yewnanîstanê.   Di 30’ê Çile de wezîrê karê derve yê demî yê Yewnanîstanê Teodoros Pangalos dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Lê Abdullah Ocalan tê tehdîdkirin û dixwaze ji Yewnanîstanê derkeve. 31’ê Çilede bi hewldanên Yewnanîstanê dibin paytexta Rusya Sîpî Mînskê. Biryar hatibû dayîn ku balafir neyê daxistin.  Hêzên navneteweyî di mijara ku Abdullah Ocalan li cihekî nemîne hemfikr bûn. Li ser vê Abdullah Ocalan ji wir vedigere Atînayê.    Li şûna Başurê Afîkayê,Kenya   Abdullah Ocalan 2’ê Sibata 1999’an de ji Yewnanîstanê dibin paytexta Naîrobî ya Kenyayê.  Abdullah Ocalan ji aliyê sefîrê Kenyayê Kostoulans ve tê pêşwazîkirin.    Revandina bi korsanî   Abdullah Ocalan li Kenyayê heta 15’ê Sibatê li seferatxaneya Yewnanîstan a Kenyayê tê girtin. Di encama bazara tê kirin de biryar didin ku Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê bê kirin. Li Tirkiyeyê amadekarî tên kirin. Girtîgeha Îmraliyê tê valakirin û ji nû ve tê avakirin.  Abdullah Ocalan ku bi şerta biçe Holandayê ji avahiya seferatxaneyê veqetiya, ji balafirgeha Naîrobî bi korsanwarî revandin û anîn Tirkiyeyê.   Ji bo azadiya wî di asta global de tekoşîn   Abdullah Ocalan li dijî komploya ji 9’ê cotmeha heta 15’ê sibatê bi encam bû ev nîv çaryeke li grava Îmraliyê berxwe dide. Li wir ji bo hemû pirsgirêka perspektîfa çareseriyê danî holê. Ji bo azadya Abdullah ocalan jî di asta global de têkoşîn didome.