ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-21 09:00:00     *Jinên ku hevjînê wan mirine an jî di girtîgehan de bi zarokên xwe re li avahiyên Kuveyt dimînin. Jinên li van avahiyan dijîn xetereya wan ya ewlehiyê heye. Jinan diyar kirin ku wek jin pirsgirêkan dijîn û gotin: “Gaz, market, veguhestin tuneye. Divê bên vir pirsgirêkên jin û zarokan bibînin. Serokomar çima vir nabîne. ÎHH tehdîda wê me ji vir bavêje dike.” BI DÎMEN    * Bi îmzeya Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, di bin banê Akademiya Edaletê ya Tirkiyeyê de Lijneya Nirxandina Hiqûqa Malbatê hat avakirin. Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya Îzmîrê  Tulîn Osmanogullari, lijne wek ‘buroya îrşad’ nirxand û da zanîn ku lijne ne malbat û zarokê, malbatê digire navenda xwe. Tulînê diyar kir ku wê wek rêxistinên jinan li dijî van polîtîkayan li her qadê têbikoşin. DÎMEN HEYE   *"Em rewşa heyî ya tiştên li pey me hatine jiyînê ne. Cih, dem û di cîhana ku diguhere de ya para me dikeve dîrokeke ku em jî ji pêşerojê dihêle ne. Lê ev dîrok pêşî li newekheviya‘em-yên din’ negire wê ji azadiyê qût be. Ji ber azadî li cihê ku ‘em-yên din’ tuneye şîn dibe." PÊNÛSA JINÊ