ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-20 09:00:00     *Parêzer Bermal Kutlu der barê destdirêjiya zayendî ya di pêvajoya erdhejê de li jin û zarokan hatiye kirin de axivî û got: “Bi taybet li cihên ku serjimar kêm e, reşwên wekî veşartin, ditirsin ku hedef bên girtin, tên jiyîn. Ji ber dînamîkên wisa yên civakê em dibînin ev naçin darazê.” DÎMEN HEYE   *Hemû jinên di hedefa desthilatdariyê de di nokteya hevpar de tên gel hev. Jinan diyar kirin ku wê Tevgera Jinên Kurd û tevgera femînist a Tirkiyeyê bi hev re têkoşînê bimeşînin û gotin: “Em îro rizgariya jinan biaxivin, wê demê tundî û newekheviya jin dijîn ji hev qût nînin. Wê hem tevgera jinan a Kurd hem jî ya femînîst di riya rizgariyê de ligel hev cih bigirin û têbikoşin.” BI DÎMEN    * Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Oznur Evîn der barê xebatên jinan de axivî û got: “Me li taxa xwe bostanê bajar a jinan ava kir. Em bi vî bostanê jinan bi axê re tînin gel hev û li wir civakîbûna jinan pêş dixînin. Bi navenda piştevaniya jinan re jî em ê xeta têkoşîna li dijî tundiyê ava bikin.” BI DÎMEN   *"Mifteya rêxistibûna têkiliyên adîlane,wekhev û azadixwaz yên navbera hemû aliyên civakê û jinan de, bi îradeya azad a jinan pêkane. Em ê di vê xetê de têkoşîna xwe bidomînin. Di vê easê de em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bom af û azadiyên jinan bikeve bin garantiyê, ji bo wekhevî pêk bê,  di mijara ku ev belge bê amadekirinê de me îrade nîşan da û em çûn lihevkirinê." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ