Jinên li Saratovê biryara darvekirina Peşxan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî şermezar kirin 2024-09-18 14:18:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Saratovê biryara cezayê darvekirinê ya li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatî birîn, şermezar kirin.   Tê zanîn ku di 4’ê Tîrmehê de cezayê darvekirinê li Şerîfe Mihemedî û di 23’yê Tîrmehê de jî li Pexşan Ezîzî hate birîn. Li navçeya Dargeçî ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê bi daxuyaniyekê ev ceza hatin şermezarkirin.   Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Jinan a herêmê ve hat dayîn. Li ser navê meclîsê Lîyana Usubova axivî û biryara darvekirinê ya li her du jinan hatî birîn, şermezar kir û “Dewleta Îranê dijminê jinan e. Naxwaxin jin azad bibin ji ber ku ji hêza jinan ditirsin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.