'Wê bi berxwedanê dawî li dagirkeran bê û Efrînê rizgar bibe' 2024-09-18 13:37:54     Mîdye Miqted   ŞEHBA - Jinên bajarê Efrînê yên li kantona Şehbayê niştecih bûne derbarê berdewamkirina kiryarên li Efrînê dan diyarkirin ku ew ê ji pişt gelê xwe yê Efrînê neçin û gotin:"Berdewamkirina têkoşîna me, wê  li ser esasê vegera bi rûmet a li ser axa xwe be. Wê bi berxwedanê dawî li dagirkeran bê û Efrînê rizgar bibe."   Li Efrîna ku di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye êrişên li ser jinan û binpêkirina mafan her tim dibin rojev. Li gundê Kaxirê yê girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê welatiyan ji ber li dijî dizî, talan, revandin, tecawizkirin, tundiyê xwepêşandan li dar xistin. Komên girêdayî dewleta tirk êrişî xwepêşandaran kirin û gelek kes birîndar bûn, îşkence li wan hat kirin û hatin girtin. Înternet jî li ser welatiyan hat qutkirin. Bi pêşengiya Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrîn-Şehbayê li Ehdasê meş hat lidarxistin. Jinên tevli meşê bûn nirxandin kirin.    Jinan serî hildan    Cîhan Mistefa bertek nîşanî êrişê da û wiha got:"Ev kiryarên herî dawî ku li bajarê Efrînê qewimî bi tundî em şermezar dikin. Ji 7 salan heta niha kiryarê curbecur li Efrînê li dijî mirovahiyê dewam dikin. Welatiyên kurd li ser axa xwe ne lê para xwe ji zeytûn û erzaqê xwe nagirin.   Herî dawî jî bi pereyên xwe zeytûnên xwe dikirin. Li ber hemberî dewamkirina van kiriyaran li gundê Kaxirê yê girêdayî navçeya Mabeta jinan serî hildan û daketin qadan lê mixabin ew jin ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk ve bi îşkence û hovîtiyê rû bi rû man."   'Kî destûrê dide van hov û çeteyan ku jinên me îşkence bikin?'   Di berdewamiya axaftina xwe de Cîhanê ev tişt anî ziman û got:"Di kîjan zagonên dewletan de heye ku îro mirov li ser axa xwe be û para xwe ji axa xwe negire ? Ma heqê kê heye êrişî me bike ? Kî destûrê dide van hov û çeteyan ku jinên me îşkence bikin?"   'Heta vegera bi rûmet berxwedan dewam dike'   Di dawiya axaxftina xwe de Cîhanê da diyarkirin ku têkoşîna wan ji bo vegera Efrînê berdewam e û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Em weke jinên Efrînê li navçeya Tillrifatê dijîn û rojane êriş li me tên kirin. Em dest ji berxwedan, ax, mal, welat û kurdiyeta xwe bernadin. Heta ku em bi rûmeta xwe vedigerin Efrîna xwe, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."    'Li hember kiryaran em bêdeng namînin'   Di heman demê de jina bi navê Raniya Ehmed jî bertek û nerazîbûnên xwe li hember kiryarên ku li Efrînê diqewimin nîşan da û got:"Bajarê  me Efrîn ev bû nêzî 7 sal in ku hatiye dagirkirin lê mixabin ji 7 salan ve hovîtiya çeteyan û dewleta tirk li ser axa Efrîn û hemwelatiyên wê her berdewam dike. Her roj bi hovîtiyek nû qirêjiya xwe didin eşkerekirin, bi taybet bûyera herî dawî ku li gundê Kaxirê hatibû qewimandin. Li Kaxirê jinên nerazîbûnên xwe li hember qirêjiya wan çeteyan dan eşkerekirin, hat hedefgirtin û lêdan li wan kirin lê em bi carekê li hember van kiryaran bêdeng namînin."