ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-18 09:00:00     *Dayika girtiyê nexweşê giran yê bi navê Devrîm Ayik, Hulya Ayik der barê rewşa girtiyan, binpêkirina mafan û tecrîdê de axivî û got hemû kesên xwedî wijdan divê xwedî li girtîgehan derkevin, ji bo rakirin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibin yek. DÎMEN HEYE   *Bi vebûna dibistanan re mafê perwerdehiya bî zimanê dayikê ji nû ve hat rojevê. Mamosteya Kirmanckî ya MED-DER’ê Dîlan Çîmen der barê mijarê de axivî û li dijî asîmilasyonê ev bang li malbatan kir: “Zarokên xwe ji zimanê wan nekin. Bila malbat zarokên xwe bînin saziyan. Bila zimanê xwe fêr bibin.” DÎMEN HEYE   *Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Sema Aktaş da zanîn ku bi qetilkirina Narîn Guran re civaka rizyayî derketiye holê û got: “Me bi qetilkirina Narînê re dît ku tarîkat û hîzbullah zirareke çawa mezin didin civakê.” DÎMEN HEYE