Meşa Dirêj a ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 2’emîn de ye 2024-09-17 18:07:53     NAVENDA NÛÇEYAN-Meşa ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de li Hammê didome.   Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurdistanî û ciwanên enternasyonalîst hate lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de ye. Ciwanan îro beriya ku li navenda bajarê Hammê dest bi meşê bikin, li pêşiya stasyona trenê ya navendî govend gerandin û danezana ku pergala tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê teşhîr dike xwendin.   Ciwanan diyar kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û Kurdistana azad têkoşîna xwe bi biryar bidomîmin. Çalakiya ciwanan ji aliyê kesên derdorê ve eleqeyekî mezin dît.   Di çalakiyê de belavokên derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Piştî daxuyaniyê, ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, Bê Serok Jiyan Nabe” li kolanên Hammê meşiyan.