Rojnameger Medîne Mamedoglu gazî îfadê kirin 2024-09-17 12:26:27     AMED - Rojnameger Medîne Mamedoglu bi hinceta nûçeyên parvekirne gazî îfadeyê hat kirin.   Rojnameger Medîne Mamedoglu, bi hineta çêkirina nûçeyên di dema şewata li navçeya Çinarê ya Amedê û yali Şemraxa Mêrdînê ya di 20'ê hezîranê de û bi hinceta parvekirina nûçeyan a li ser medya civakî gazî îfadeyê hat kirin.   Medîne ya ku li gel parêzerê xwe Resul Temûr çû Muduriyeta Emniyetê ya Amedê îfade da, diyar kir ku parvekirinên ku kirine ne sûc in û di çarçoveya xebatên wê yên rojnamegeriyê de ne.