Ji bo Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn çalakî 2024-09-17 12:01:37       AMED - Komek ciwanên enternasyonalîst, di televîzyona Alman a Delwtê de, ji bo rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ku  ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin di weşana zindî de çalakî li dar xistin.   Li çar aliyê cîhanê jinên ku di salvegera berxwedana "Jin jiyan azadî" de li qadan in, jinên hatin qetilkirin jî bi çalakiyên xwe bi bîr anîn.  Di vê çarçoveyê de komek jinên enternasyonal ên kanala dewletê ya Elman Das Erste ji bo rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’ê Tebaxê de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin çalakî li dar xistin.   Posterên du jinan hatin vekirin   Di bernameya axaftinê de ku danê êvarê bi awayekî zindî li ser kanalê hate weşandin de, çalakgeran dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin û posterên Gulistan û Hêro vekirin. Jinan di axaftinên xwe de diyar kirin ku Gulîstan û Hêro ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine qetilkirin û bêdengiya welatên Ewropayê ya li hemberî êrîşan şermezar kirin.