Di lêpirsîna ji bo Narînê de 3 kes sewkî edliyeyê hatin kirin 2024-09-17 11:01:17       AMED - Li lêpirsîna derbarê qetilkirina Narîn Guran de jinmama Narînê Hediye Guran, Şeyma û Îsa Kaya sewkî Edliyeyê hatin kirin.   Lêpirsîna der barê qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê hat windakirin û cenazeyê wê di 8'ê Îlonê de hatibû dîtin, dewam dike. Di vê çarçoveyê de karên îfadeya jinmama Narînê Hediye Guran di 13'ê Îlonê de hatibû binçavkirin û Îsa û Şeyma Kaya yên di 15'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin, li cendirmeyê bi dawî bû.   Di çarçoveya lêpirsînê de 3 kesên ku sewkî edliyeyê hatin kirin li bendê ye ku îfadeya wan bê girtin.