'Em li dijî tundiya li ser jinê xwe bi rêxistin dikin' 2024-09-17 09:06:09       Mîdye Miqted   HELEB - Endama Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê, Zeyneb Elîko têkildarî kar û xebatên dikin û têkoşîna ku didin wiha got:"Bi rêxistina xwe hem em jinan bi rêxistin dikin û civakê perwerde dikin her wiha em zihniyeta mêrê kevinperest diguherin. Em li dijî tundiya li ser jinê xwe bi rêxistin dikin."   Rêxistina Sara rêxistineke civakî û sivîl a jinan e ku li dijî tundiya li ser jinan bi hemû şêweyan têdikoşe û ji bo parastina jinên mexdûrên tundiyê dixebite. Ji bo bilindkirina hişmendiya jinan û bilindkirina asta rewşenbîrî, çavdêrî û belgekirina binpêkirinên ku jin li seranserê cîhanê rû bi rû pêre dimîne Danezana Gerdûnî ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê wekî referansa xwe digirin. Rêxistina Sara her wiha ji bo bihêzkirina jinan di warê siyasî, civakî û aborî de û kêmkirina tundiya li ser wan dixebite. Nirxên ku rêxistin xwe dispêre serxwebûn, mirovahî, zelalî, wekhevî, beşdarbûn, berpirsiyarî û bêalîbûnê diparêze.   Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Zeyneb Elîko têkildarî kar û barên Rêxistina Sara û bandora wê ya li ser jinan axivî.    'Naxwazin jin hebûna xwe îfade bikin'   Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Zeyneb Elîko da zanîn ji bo jin hebûna xwe îfade nekin her tim tên astengkirin û wiha got:" Di civaka me de ji do heta îro, jin dibin qurbanî. Her wiha jin bi her cure astengiyan rû bi rû dimînin. Di heman demê de bi vê tundiyê nikarin hebûna xwe îfade bikin, li mafê xwe bipirsin û bibin xwedî biryar. Bi gelemperî ji hemû aliyan ve derfet li pêşiya jinan tên girtin ku hebûna xwe îfade nekin. Naxwazin jin hebûna xwe îfade bikin."   'Armanca avakirina rêxistina me xelaskirina jinê ya ji tundiyê ye'   Zeynebê bi lêv kir ku wan bi armanca xelaskirina jinê ya ji tundiyê xwe bi rêxistin kirine û wiha pê de çû:"Yekem dezgeha me li bajarê Qamişloyê di 2013'an de wekî bingeh hat avakirin. Bi vî awayî li gelek herêm, navçe û bajarên weke Hesekê, Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa, kantona Efrîn-Şehbayê û herî dawî di 2022'yan de li bajarê Helebê şaxên me hatin vekirin. Armanca avakirina rêxistina me xelaskirina jinê ya ji tundiyê ye. Em ji bo jinên ji hemû pêkhateyan dixebitin. "   'Divê jin bi hêz bin, xwedî li xwe û mafê xwe derkevin'   Zeynebê da zanîn ew jinan bi xwe re bi rêxistin dikin û wiha lê zêde kir:" Di roja me ya îro de gelek hewcedariya jinên civakê bi rêxistina me heye da ku em li kêleka wan bibin yek. Em jî bi kampanyayên xwe yên hişyariyê xwe dighînin hemî jinan û wan bi xwe re bi rêxistin dikin. Her wiha ji bo berfirehkirina kar, me nûnerên xwe di her sê meclisên xweser a taxê de bi cih kir da ku em bi hev re xwedî li hemû jinên civakê bi taybet ên ku rojane tundî û îşkence li wan tên kirin, derkevin. Em dixwazin bi vî hawî jin bi hêz bin, xwedî li xwe û mafê xwe derkevin. Ji ber divê jin bi hêz bin, xwedî li xwe û mafê xwe derkevin û divê bizanibûn ku mafê wan divê bên dayin."   'Armanca sereke avakirina malbatek bi dad e'   Di dewamiya axaftinê de Zeynebê da eşkerekirin ku armanca wan a sereke rêxistinkirin û avakirina wekheviyê ye û got:"Di nava xebata me de armanca me ya sereke ew e ku em xwedî li jinan derkevin, her du zayendan bi rêxistin bikin û hevsengiyekê di navbera wan de bidin avakirin. Bi vî rengî em hewl didin malbetek bi dad ava bibe, ne malbetek li ser hişmendiya mêrê desthilatdar. Ev hişmendî her tim hêza xwe di ser jin û vîna wê re digire û jinê ji xwe re dike kole."   'Ne tenê bi jinê re bi mêran re jî nîqaş tê kirin'   Zeynebê da zanîn ew ji bo rizgarkirina mêran a ji zihniyeta baviksalar jî li berxwe didin û wiha pê de çû:"Dema em derbasî malbatekê dibin da ku em jinan ji tundiyê xelas bikin em tenê bi nîqaşên xwe berê xwe nadin jinan. Di heman demê de em bi mêran re jî dikevin nava guftugo û nîqaşê da ku her du alî werin rêxistinkirin. Ji bo bi zihniyetek demokratîk û wekhev herdu alî jî pêş bikevin, em hewl didin. Bi vê xebatê em hewl didin, mêr ji zihniyeta wan a desthilatdar bidin rizgarkirin. Di vî warî de xebatên me li pêş in."   'Em malbatan bi rêxistin dikin'   Zeynebê derbarê sedemên bingehên ên tundiya li ser jinan wiha got:"Yek ji sedemên girîng a ku dibe sedema tundiya li ser jinan kevneşopiyên malbatî, neguherandina zihniyeta baviksalar e. Bi vê zihniyetê re zewaca zû li ser zarok û jinên ciwan tê ferzkirin. Dema zû dizewicin jî di bin navê şerm û heramiyê de tundî li wan tê kirin. Wê demê ji mafê xwe yê azadiyê jî bêpar dimînin. Loma jî em bi  hemleya 'Zagona Malbatî' rabûne û bi vê hemleyê em derbasî gel malbatan dibin û wan bi rêxistin dikin."   'Em rûreşiya dijmin eşkere dikin'   Zeynebê anî ziman ku ew nikarin xwe bighînin jinên li herêmên dagirkirî tundiyê dibînin lê bi rêya daxuyaniyan, bi rêya xebatên xwe, ew dengê jinên zilmê dibînin, bilind dikin:"Bê guman di herêmên dagirkirî de yên ku herî zêde îşkence li wan tê kirin û di hemû cure tundiyan re derbas dibin jin û zarok in. Em wekî Rêxistina Sara bi xebatên xwe dengê jinên tundî, îşkence û neheqî li wan tên kirin didin bihîstin. Em rûreşiya dijmin eşkere dikin. Em êriş û zilma li ser jinan, bi rêxistinên mirovî, bi cîhanê re parve dikin."   'Divê rêxistinên mirovî bi erka xwe rabin'   Di dawiya axaftina xwe de Zeynebê bang li tevahî jinên taxê kir ku tundiya li ser xwe nepejirînin, xwedî li mafê xwe derkevin û got:"Bila jin berê xwe ber bi Rêxistina Sara ve, vekin. Em banga rêxistina parastina mafê jin û zarokan dikin. Divê em çavê xwe vekin û bibînin li herêmên dagirkirî çi bi serê jinê tê. Loma divê em her kes xwedî li erka xwe derkevin. Her wiha divê rêxistinên mirovî jî bi erka xwe rabin."