ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-17 09:00:00     * Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş û Hevseroka giştî ya HDP’ê Sultan Ozcan, diyar kirin ku jin sêgoşeya ‘malbat-dewlet-pîrozî’ ku jinan heps dikin qebûl nakin û got ev yek nikare pêşî li rêxistibûna jinan bigire. BI DÎMEN    * Endama KJAR'ê Kejal Shexmohammdi, da zanîn hukumeta Îranê ji bo vê çîrokê di navbera dîwar û deriyên hesin de biqedîne, taktîka îdamê bi kar tîne. Kejal Shexmohammdi got:"Girtiyan nîşan dan ku ne hucre, ne girtîgeh, ne cezayên giran, ne jî texteyên darvekirinê tirsê naafirînin. Girtîgeh veguherî dibistana ku serhildanê bi hêz dike." DOSYA   *Jinan piştevaniya "Ji bo 6284'an seferberî" ya ku ji hêla KCDP'ê ve hatî destpêkirin dikin. Jinan banga têkoşîna hevpar kir û gotin: "Ya ku jinan rizgar bike piştevanî ye." BI DÎMEN    *Endama Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê, Zeyneb Elîko têkildarî kar û xebatên dikin û têkoşîna ku didin wiha got:"Bi rêxistina xwe hem em jinan bi rêxistin dikin û civakê perwerde dikin her wiha em zihniyeta mêrê kevinperest diguherin. Em li dijî tundiya li ser jinê xwe bi rêxistin dikin." BI DÎMEN