ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-16 09:00:00     * Di ser qetilkirina Jîna Emînî de du sal derbas bû û Jîna li hemû cîhanê wek qêrîna serhildanê deng dide. Jîna bû sedema ku felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li cîhanê belav bibe. PORTRE    *Aktîvîsta TJA’yê Mekiye Ormanci da zanîn ku li her derê cîhanê jin li dora felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ hatine gel hev û xwe rêxistin kirine. Mekiyeyê wiha got: “Vê dirûşmeyê soza ku jin xwe bibîne, bibe xwedî hişmend û bi vê xweserbûnê re jiyanek nû ava bike, daye." DOSYA (BI DÎMEN)   *Parêzer Muzeyyen Nergîz der barê tundiya zêde bûye de nirxandinin kir û da zanîn ku di qanûnên  jinan diparêzin de paşveçûn heye û wiha got: “Tevî vê jin têkoşîna xwe mezin dikin.” Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen jî got tundî girêdayê polîtîkayên dewletê ye. DÎMEN HEYE   *Hevberdevka Komîsyona Hiqûqî ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku wê roja sêşemê di civîna KE’yê de ‘mafê hêviyê’ ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê axaftin û got: “KE, di 17’ê îlonê de wê di vê mijarê de raporê bigire. Îhtîmaleke mezin wê ne tenê nirxandinek biryarek jî derkeve.” BI DÎMEN