Meşa Dirêj a Ciwanan bi konferansê dest pê kir 2024-09-15 21:11:52   NAVENDA NÛÇEYAN-Meşa Dirêj a ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi konferansa "Rastiya Rêbertî û Rola Ciwanan" li Bielefeldê dest pê kir.   Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ku li bajarê Biefeldê hatin gel hev, di çarçoveya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” konferansa “Rastiya Rêbertî û Rola Ciwanan” li dar xistin û dest bi Meşa Dirêj kirin.   Rojnamevan û nivîskar Sefkan Kobanê û siyasetmedar Muharrem Aral beşdarî konferansa ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bielefeldê hat lidarxistin bûn.   Di konferansê de li ser fikrên Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan, felsefe û pêşniyarên ji bo siyaseta heyî nîqaş hatin kirin. Xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mijara herî girîng a konferansê bû.   Konferans bi deqeyek rêzgirtina dest pê kir. Piştî rêzgirtinê perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê ciwanan de hatin xwendin.   Sînevîzyona ku li ser beşên jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû amadekirin hat pêşandan û piştre Muharrem Aral axaftinek kir. Muharrem di axaftina xwe de behsa xebatkarên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin û Jîna Emînî ya ku 2 sal berê ji hêla “polîsên exlaqî” yên Îranê ve hat qetilkirin, kir. Muharrem ev tişt anî ziman: “Divê hemû cîhan bizane ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin wê têkoşîna me bidome. Ger ciwan xwe li hedefekê kîlît bikin tu hêz nikare li ber wan bisekine."   Rojnamevan Sefkan Kobanê jî di axaftina xwe de li ser rol û mîsyona ku Abdullah Ocalan daye ciwanan rawestiya.   Endama TekoJIN’ê Berjîn Zenda jî li ser paradîgmaya azadiya jinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşkêşî kir.   Bernameya meşa dirêj   Bernameya Meşa Dirêj wiha ye:   “*Ciwanên Kurd û enternasyonalîst 16’ê Îlonê roja Duşemê saet di 08.00’an de wê li ber stasyona trenê ya navendî ya Bielefeldê li hev bi civin û têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Meş wê ji vir dest pê bike û ber bi navenda bajêr ve bidome. Piştî meşa 18 km wê danê êvarê li Qada Kesselbrinkê biqede. Çalakvanên Meşa Dirêj ên ku wê piştre derbasî DKTM'ê ya Bielefeldê bibin, wê li vir di panela bi navê ‘Jîna Emînî’ de bên gel hev.   *Di 17'ê Îlonê roja Sêşemê saet di 08.00'an de wê li stasyona trenê ya Hammê bên gel hev. Çalakvan piştî ku 10 km ber bi navenda bajêr ve bimeşin wê roja duyemîn li ber stasyona trenê ya Hammê bi dawî bikin. Danê êvarê jî wê biçin Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmûndê û ji bo şeva şahiyê wê bên gel hev.   *Çalakvan wê 18’ê Îlonê roja Çarşemê saet di 08.00’an de li ber stasyona trenê ya navendî ya Dortmundê li hev bicivin û 18 km li tevahiya rojê li kolanên herî qelebalix ên navenda bajêr bimeşin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavokan belav bikin. Ew ê danê êvarê li DKTM’ ya Dortmundê di bîranînekê de bên gel hev.   *19’ê Îlonê roja Pêncşemê saet 08:00’an wê li qada Hirschlandplatzê ya li ber stasyona trenê ya navendî ya bajarê Essen ê Elmanyayê li hev bicivin û ji navenda bajêr heta Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Essenê 17 km bimeşin. Danê êvarê dîsa li DKTM'ê bi panela bi navê ‘Rola ciwanan û çawaniya jiyanê’ bên gel hev.   *20’ê Îlonê roja Înê saet di 09:00’an de wê çalakvan li kolana Marxloh-Pollman a Duisburgê ku kolana herî qelebalix e, li hev bi civin û wê li tevahiya bajêr 19 km bimeşin. Meşa azadiyê wê danê êvarê li ber stasyona trenê ya navendî ya Duisburgê (Hauptbahnhof) bi dawî bibe û ji wir wê ber bi Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê ve bimeşin. Êvara roja dawî jî bi beşdariya hunermendên Kurd Hozan Şemdîn û Rêber Serhed wê li DKTM'ê ya Duisburgê bernameya çandê bê lidarxistin.   *Ji bo beşdarî 34’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku wê 21'ê Îlonê roja Şemiyê saet di 07:00 de li qada Rebstockparkê ya Frankfurtê bê lidarxistin, bibin wê bi rê bikevin."