Dê jin ji bo Jînayê bimeşin 2024-09-15 12:25:32       AMED - Li Amedê jin wê ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê Îranê ve hat qetilkirin meşekê li dar bixin.   Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, bi boneya salvegera serhildana Rojhilat û qetilkirina Jîna Emînî dê li Amedê bi dirûşma "Em ji bo jin û zarokan dimeşin" meşekê li dar bixin. Meş wê sibê saet di 18.00’an de ji ber Edliyeya Amedê dest pê bike heta Qada Deriyê Çiyê berdewam bike.    Bi pêşengiya TJA'yê li gelek bajaran meş   Jin wê sibê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Jîna Emînî li Êlih, Şirnex, Stenbol û gelek bajarên din dakevin qadan. Di vê çarçoveyê de TJA'yê bang li hemû jinan kir ku sibe dakevin qadan.