Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2024-09-15 10:10:45       STENBOL - Hejmara Nû ya Kovara Jinê bi manşeta "Bi govend û dîlana xwe em rê nadin faşîmê" derket.   Kovara Jinê ku hevtane dertê pêşberî xuerên xwe, di hejmara xwe ya 81'emîn de, balê dikişîne ser helwesta îqtîdarê ya li hemberî çand û zimanê kurdî ku ku bi girtin û binçavkirinê asteng dike.   Sernavên di hejmara nû ya kovarê de wiha ne:   *Di serdema ku dijîtal dibe de rûnê sêlê yê herî girîng ê modernîteya kapîtalîst: Nijadperestî -Oznûr Deger   *"Şaştiyên qanûnî" -Ayşe Acinikli   *Li Tirkiyeyê tecrûbeyên kurdan ên li ser perwerdeya bi zimanê dayikê -Dîlan Guvenç   *Çavên zarokan li we ye: Ne dema gotinê dema çalakiyê ye -Berîtan Elyakut   *Patrîyarkaya Kapîtalîst û keda jinê -Hîcran Urun