Li dijî tecrîdê civînên gel didomin 2024-09-14 19:32:07     STENBOL- Di civînên gel yên bi rojeva tecrîdê berdewam dikin de peyama mezinkirina têkoşînê hat dayîn.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê tê girtin bê rakirin û azadiya fîzîkî pêk bê, bi mehane civînên gel pêk tîne. Îro jî li lavahiya DEM Partî ya Umraniyê, bi tevilbûna welatiyan civîna gel pêk hat.   Di civînê de der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bandora tecrîdê ya li ser civakê nîqaş hatin meşandin. Her wiha welatiyan di civînê de mafê gotinê girtin û diyar kirin ku divê xeta têkoşînê bê mezinkirin.