Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombebarankirin 2024-09-14 19:30:14   COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji qereqola leşkerî ya li navendê, qada Mêrga Bûtanê hat bombekirin.   Ji qereqola leşkerî ya li gundê Bayê yê Colemêrgê, qada Mêrga Bûtan bi topan hat topbarankirin. 5 top hatin avêtin. Ji ber vê gel qilqilî. Nehat diyarkirin ku li herêmê operasyoneke leşkerî heye yan na, lê ji ber topan birîndar û mirî tune ne.