Li Stenbolê jinek hat qetilkirin 2024-09-14 18:21:08   STENBOL-Li Buyukçekmece ya Stenbolê jina bi navê Zebînîso Dayiyavora ya Ozbekîstanê ji aliyê Musa G ve hat qetilkirin. Êrîşkar du kes jî bi giranî birîndar kir.   Li navçeya Buyukçekmece ya tenbolê, li kolana Gurpinar a taxa Pinarê jina bi navê Zebînîso Dayiyavora(49) ku li vîlayekê dixebitî ji aliyê Musa G. (54) ve hat qetil kirin. Êrîşkar ku bi ser malê de girt, kesên malê M.O ya 87 salî û T.O ya 86  salî ku Zebînîso li wan dinêrt, birîndar kir.    Ekîbên hatin cihê bûyerê her sê birîndar rakirin nexweşxanê. Zebînîso tevî hemû mudaxaleyan nehat xilaskirin.   Gumanbar Musa G. Li Kuçukçekmeceyê li mala ku xwe veşartibû hat girtin.