Li 3 bajaran pirsîna li qûbeta windayan 2024-09-14 14:09:00       NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên windayan û parazvanên mafên mirovan di çalakiya li Amed, Colemêrg û Êlidê de banga aşkerakirina aqûbeta windayan hat kirin.    Malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan çalakiyên xwe yên bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li dar dixin vê hefteyê jî li Amed, Colemêrg û Êlihê pêk anîn.    Amed    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windakiriyan di hefteya 814’emîn de çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezanê li dar xistin. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Li qada ku çalakî lê hate kirin, pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê di 12’ê îlona 1995’an de li Amedê di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn.     Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman bi lêv kir ku ji bo hesaba cînayetên kiryarên nediyar bipirsin li vir in û ew ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.  Omer, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 12’yê îlona 2006’an de li ber dîwarê şermê, bi dehan kurdên ku li ser dîwar navên wan hene jiyana xwe ji dest dan. Ev bîrdarî ‘Bîrdariya Mafê Jiyanê ye’, ji bo parastina jiyana mirovan ji bo di dîrokê de weke nîşeyekê bê dîtin hatiye çêkirin. Lê mixabin bi kesên ku wê rojê di temenekî biçûk de jiyana xwe ji dest dane re em hemû temaşe dikin ku Narîn bi awayekî hovane hatiye kuştin û xerabiyeke rêxistinkirî çi dike. Em weke rêxistinên sivîl ên civakî, saziyên zarokan û parazvanên mafan em ê ji bo şer bisekine, ji bo ev travmayên civakî yên şer afirandine ji holê bê rakirin têbikoşin.”   Piştre birayê Mehmet Zafer Demîrkiran ê di bin çavan de hat windakirin Sabahattîn Demîrkiran axivî û qala birayê xwe kir û tiştên di dema qetilkirina birayê wî de qewimîn anî ziman. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Berfîn Elçî çîroka Mehmet Zafer Demîrkiran xwend.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Êlih    Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windakirîyan di hefteya 650'emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de ji bilî parazvanên mafên mirovan, xizmên windakiriyan û gelek kes tev li bûn.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Kartay ê di 15’ê tebaxa 1994’an de li gundê Hurê yê navçeya Hênê ya Amedê di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn. Hevserokê ÎHD’ê yê Êlihê Ahmet Şîray çîroka Kartay xwend.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Colemêrg    Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di çarçoveya çalakiya xwe ya hefteya 140'emîn de bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" pankarta "Bila winda bên dîtin" li navçeya Gevera Colemêrgê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta 'Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin' hat vekirin û wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Rêveberên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Geverê, xizmên windayan û gelek welatî beşdarî çalakiya vê hefteyê bûn.    Di çalakiya vê heftê ye de kiryarên Metîn Kiratli yê 10 salî ku di 18'ê Nîsana 1992'yan de li Tabûra Komando ya Geverê ya li taxa Yeşîldere ya Geverê di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da, hat pirsîn. Rêveberê ÎHD'ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş daxuyanî da.    Ozan, anî ziman ku zêdebûna şîdeta li ser zarokan êrişeke mezin e li dijî kevneşopiya 'Jiyana mirovî' ya ku dînamîka bingehîn a civakê ye û destnîşan kir ku ji bo zarok xwe bi pêş bixin û weke kesayetên bikêr mezin bibin divê hemû hewldanên pêwîst bên kirin. Ozan, anî ziman ku axaftin û nîqaşkirina zarokên hatine qetilkirin û daxwaza cezakirina sûcdaran ji parêzvanên mafên mirovan re weke zilmê dixuye û wiha got: “Kuştina Narîn Guran a ku ji aliyê raya giştî ve ji nêz ve tê şopandin, hewldana tinekirina laşê wê, windakirina delîlan û rehetiya kujerên zarokan îro li ber çavan e. Em ê di her şert û mercî de ji bo zarokên xwe yên ku hatin qetilkirin, bi bombeyan hatin îmhakirin, di bin maşîna zirxî de ji jiyanê xwe ji dest dane dengê xwe bilind bikin."   Ozan bi bîr xist ku Metîn Kiratli di 10 saliya xwe de dema li taxa Yeşîldereyê pez diçêrand, di encama gulebarana leşkeran a li Tabûra Komando ya Geverê de hate qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Metîn di nava rojê de, ji nêz ve bê sedem hat qetilkirin. Tevî ku di rapora otopsiyê û raporên pisporan de hat diyarkirin ku gule ji Yekîneya Leşkerî hatiye, lê belê lêkolîneke bi bandor nehatiye kirin. Hemû serlêdan bi hinceta ku pêwîstî bi dozgeriyê nîne hatin redkirin. Piştî îfade û serlêdanên malbatê rastî telefon û nameyên nepenî hatin û gefên wekî 'Zêde nekevin tevgerê, nexwe dawiya we dê wekî Metîn bibe' Malbatên ku serî li hemû rêyên darazê dan, bi dîwarê neheqiyê re rû bi rû man. Di bûyereke bi vî rengî de parastina kiryaran weke polîtîkaya bêcezakirinê, sedema bingehîn a hemû bûyerên li erdnîgariya me diqewimin e. Em ê ji bo Metîn û hemû windahiyên xwe yên li qadan, li salonên edliyeyê û ya herî girîng jî li ser wijdana raya giştî îtiraz bikin. Çiqas sal jî derbas bibin, heta ku aqûbeta windayên me yê eşkere bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Piştî daxuyaniyê bavê Metîn Îdrîs Kiratli axivî û diyar kir ku kurê wî bi awayekî bêguneh hatiye qetilkirin û kurê wî beriya jiyana xwe ji dest bide rakirin nexweşxaneyê, ji xwe û polîsan re got, "Leşkeran gule li min reşandin. Tu sûcê min tunebû, çima gule berdan min?”   Piştî axaftinan çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.