Ezmûna STK’yan a bi Şoreşa Rojava re (3) 2024-09-13 09:02:41   "Di vê nokteyê de bi taybet jî kar û barên van saziyan, armanca wan li cîhanê rê li ber mînakên cuda û encamên cuda vedike. Di vê mijarê de divê civak hîn bêtir bibe xwedî hişmend. Di projeyên bi van saziyan re tê kirin de peyman û şert tên qebûlkirin û divê bê dîtin ku ev zirarê didin nirxên şoreşê. Divê sînorkirin û terza tevgerên wan bên kontrolkirin. "   Zeynep Beydagi   Di mijara faliyetên qada wek Başûrê Global a STK’yan tê nasîn de aşkera ye ku hêzên li dijî pergalê çiqas bi tedbîr in. Faliyetên van hêzên ku li dijî potansiyeta şoreşa jinan a Rojhilatê Navîn, xwe rêxistin dikin, ji nêz ve dişopînin û li dijî neçare ku tevgerên jinan tedbîrên xwe bigirin. Pergala neolîberal bi hevkariya van saziyan hedef danîne pêş xwe:   *Şopandina tevgerên edeleta civakî û kontrolkirin   *Pereyên cemawerî bi hevkariya weqfan ragîhandina destên taybet:ji bo cîhanê bikin cihekî ewle birêveberina muxalefetê û kontrolkirin,   *Li şûna rêxistinkirina giresya ku bi rastî civakê û enerjiya aktîvîstên kapîtalîzmê diguhere, berê xwe didin teşeyên rêxistinkirina kariyerê,   *Partîkên xebatên binpêkirinê ya şîrketan, bi xebatên ‘xêr xwaziyê’ kirin,   *Li şûna tevgerê civakî li dijî rêxistinên kapîtalîst têbikoşe, wan teşwîqê ku wek model bigirin dike. (Therevolutionwill not be funded : beyondthenon-profitindustrialcomplex / editedby INCITE!,Durham : Duke UniversityPress, 2017. | “Originallypublishedby South EndPress, Cambridge, MA, 2007; republishedby Duke UniversityPress, 2017.” | Includesbibliographicalreferencesandindex.)   Şoreşa Roajva ji şoreşên sedsala 21’ê re bûye îlham û li Rojhilata Navîn modela şoreşek jinê ya nû ava kiriye. Nayê payîn ku qada navneteweyî li dijî vê bê hestiyar bimîne. Bandora faliyetên STK’yan yên salên dawî jî wek fragmana wê ye. NY’ê ji bo plana stratejiya salên pêş zarokên kûr girtin perwerdê. Biryarên pêşxitsina buçteya ji bo xebatên mîkro-kredî û STK’yan hatiye veqetandin, nîşan dide ku ev sazî roleke alavê ya şoreşê ya dijber dilîzin. Her çiqas bê gotin ku li dijî wekheviya zayendî ya perwerdê têdikoşin jî armanca wan ev e ku mêran hîn bêtir derxin pêş. Hedefa wan ev e ku bav, hevjînên baş biafirînin. Jinê ji siyaset, aborî û her qada jiyanê wêdetir şexsî xurt dike.  Netew dewlet ji bo jinan bikin dayikên netewê hewl didin. Wek vê Non-GovernmentalOrganization (NGO- Saziyên dij hikûmetê) bi taybet li Rojhilata Navîn,  ji bo mêr û dewlet jinan bikin dayikên baş pewerdehiyan didin. Saziyek li Dêrazor xebatan dimeşîne  ev demek ji bo jinan teşwîqê mijandinê bike xebatan dimeşîne.   Ez bûm şahidê vê. Lê ew herêm qadeke ji DAIŞ’ê xilas bûye bandora baviksalariyê lê bi bandor e. Li vir ji bo jinan ‘dayikek baş’ mirovan lêpirsîn dike. Li Reqayê ji bo jinên ciwan bernameya laçikên rengîn ên ji bo girtina serî hatin belavkirin. Li şûna çarşefên reş laçikên rengîn belav kirin û ev jî modelek moderbûna li gorî hişê kapîtalîzmê ye. Çawa ku AKP’ê turban û sektor anî rewşa di modeya xizmeta sektora kapîtalîzmê de ne. Qadê kar di esasa ku jin piştgiriyê bidin aboriya malbatê ye. Di rastiya kapîtalîzmê de hewl tê dayîn ku bi krediyên mîkro jinan bikşînin nav çerxên aboriyê. NGO teşeyên nû yên binpêkirinên ked û bedenê  dimeşîne. Ev sazî ji bo butçeyên xwe zêde bikin xizaniya herêmê li ber çavan digire û hîn bêtir projeyan çêdikin, saziyan vedikin û dixwazin bi mûçeyên bilind û derfetan mirovan bikşînin nav xwe. Endezyarekî di xebatên şaredariyê de xwedî rolek krîtîk bû, neçar mabû di NGO de bixebite. Tevî ku di NGO de xebatek nekiribû jî mehane 1500 dolar mûçe digirt. Lê di alî exlaqî de ev qebûl nekir û tevî di alî aborî de zehmetî dikşand vegeriya ser karê xwe. Em dikarin bi dehan mînakên wisa bidin. Divê em bizanin ku ev mahkumê binpêkirina DYA-NY’ê kirin wek planek brfireh di dewrê de ye. Yek ji ferzkirinên din jî ev e ku van saziyan  dixwazin wek şêwirmend tayînê rêveberiyên xweser bikin. Lê rêveberiyên xweser sînor xêz kirin û ev nêzîkatî qebûl nekirin.   Di vê nokteyê de bi taybet jî kar û barên van saziyan, armanca wan li cîhanê rê li ber mînakên cuda û encamên cuda vedike. Di vê mijarê de divê civak hîn bêtir bibe xwedî hişmend. Di projeyên bi van saziyan re tê kirin de peyman û şert tên qebûlkirin û divê bê dîtin ku ev zirarê didin nirxên şoreşê. Divê sînorkirin û terza tevgerên wan bên kontrolkirin. Di rewşa heyî de bi hezaran kes li kampan dijîn û ji ber ambargoyê bi giştî redkirina van saziyan ne pêkan e. Wek me berê jî diyar kir NGO armanc û hedefên wan cuda ne. Pergala aboriyê  ya xwe dispêre hêza xweser, avabûna saziyên ku di pergala konfederal de jin hewce pê dibînin wê pêşî li van polîtîkayan bigirin.   *Ev nivîs ji hejmara 30’yemîn a dosya mijara ‘Rojava’ ya Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.