ROJEVA 13'YÊ ÎLONA 2024'AN 2024-09-13 09:00:00     *Di vê nokteyê de bi taybet jî kar û barên van saziyan, armanca wan li cîhanê rê li ber mînakên cuda û encamên cuda vedike. Di vê mijarê de divê civak hîn bêtir bibe xwedî hişmend. Di projeyên bi van saziyan re tê kirin de peyman û şert tên qebûlkirin û divê bê dîtin ku ev zirarê didin nirxên şoreşê. Divê sînorkirin û terza tevgerên wan bên kontrolkirin.  JI NÎQŞÊN JINOLOJIYÊ    * Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê tecrîda giran a li Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweşên giran de axivî û got: “Ger îro gel bêje serokê me Abdullah Ocalan e, divê desthilatdarî jî Îmraliyê muxatab bigire. Em bang li wezîrê dadê dikin ku peywira xwe  bîne cih.” DÎMEN HEYE   *Jin der barê qetilkirina Narîn Guran de axivîn û gotin: “Di vê qetilkirinê de tiliya dewletê heye. Zaroka biçûk li şûna Kursa Kuranê şandine komeleya Hîzbullahê. Apê wê yê girtî HUDA PAR’î ye.” DÎMEN HEYE   *Piştî qetilkirina Jîna Emînî, tişta li pey ma qêrîna jinan a azadiyê ya ‘jin jiyan azadî’ bû. Hikûmetê li dijî vê serhildana ku got wê dawiya wan bîne, dadgerên darvekirinê xistin  dewrê.