Dîlan Ablay ji bo şaredariya Serêkaniyê hat tayînkirin 2024-09-12 18:50:23   RIHA - Dîlan Ablay tayînê şûna hevşaredara Serêkaniyê Rahşan Yazar ku hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de hatibû hilbijartin û îstîfa kiribû, bû.   Hevşaredara Serêkaniyê ya Rihayê ya DEM Partiyê Rahşan Yazar di 22’ê Tebaxê de pirsgirêkên tendurisityê hincet nîşan da û îstîfa kiribû. Ji aliyê Rêxistina DEM Partî ya Rihayê ve daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku Dîlan Ablay wek hevşaşaredara nû hatiye tayînkirin.   ‘Hevserokatî rastiya me ya herî girînge’   Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyar kirin ku di encama biryar û sekna gel de hilbijartin hatine bidestxistin û wiha hat gotin: “Me pêvajoyek serkeftî jiya û şaredariya xwe girt. Wek em hemû dizanin feraseta me ya şaredarî û rêvberiyê ji bo hemû gelên Rojhilata navîn û heta cîhanê modelek hevdem, piranî û wekhev e. Di vê mijarê de hevserokatî rastiya me ya herî girînge.”   ‘Encama muzakereyan de hat tayînkirin’    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Dîlan Ablay di encama muzakereyan de hatiye tayînkirin û wiha hat gotin: “Hevşaredara me Rahşan Yazar k udi her şertî de di xebatan de kedek mezin daye, ji ber hinek pirsgirêkên tenduristiyê ji peywirê veqetiyaye. Jİ ber vê di encama muzakereyan de Dîlan Ablay hatiye tayînkirin. Em ji hevala xwe re serkeftinê dixwazin.”