Di lêpirsîna Narîn Guran de ji bo 9 kesan daxwaza girtinê 2024-09-12 15:56:56     AMED - Bi çarçoveya lêpirsîna Narîn Guran de 22 kes hatibûn binçavkirin. Îfadeya 9 kesan qediya û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin.    Li Taxa Çûlî ya Rezana Amedê di 21'ê Tebaxê de Narîn Guran a 8 salî winda bûbû û di 8'ê Îlonê de jî cenazeyê wê li robara  Egertutmaz hatibû dîtin. Piştî otopsiya Saziya Tipa Edlî ya Amedê cenazeyê Narînê di 9'ê Îlonê de li goristana gund hat veşartin. Bi çarçoveya girtina apê Narînê Salîm Guran de 24 kes hatibûn binçavkirin û ji vana Nevzat Bahtiyar, hat girtin. Bi heman çarçoveyê meleyê gund Huseyin Guran û hevjîna apê Narînê ya duyem hatibûn binçavkirin û piştre mele hatibû berdan.    Bi çarçoveya lêpirsîna Narîn Guran de 22 kes hatibûn binçavkirin. Îfadeya 9 kesan qediya û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Di nav van kesan de dayika Narînê, bavê wê û apekî wê jî hene.    Hat diyarkirin bav û dayikê sûc red kirine.    Lêpirsîna 13 kesan dewam dike.