Îşkenceya li Îmraliyê li Reqayê hat protestokirin 2024-09-12 14:33:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi meşekê li Reqayê hat şermezarkirin. Di meşê de ev peyman hate dayîn "Em ê pergala îşkenceyê teşhîr bikin."   Bi pêşengiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi sedan şêniyên Reqayê li dijî pergala îşkenceyê ya ku dewleta Tirk li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimşîne, meşek li dar xist.   Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê û partiyên siyasî jî amade bûn.   Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Kevn a Zarokan dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên "Bi fikrê neteweya demokratîk em ê Komploya Navneteweyî têk bibin", "Bi îradeya gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin" û "Bi rih û felsefeya neteweya demokratîk em ber bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah ve dimeşin" hatin vekirin.   Beşdarên meşê li Qada Jina Azad sekinîn. Li vir berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buseyna Ebdo axivî. Buseyna anî ziman ku ji 25 salan ve dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya rêxistinên navneteweyî û CPT’yê de pergala îşkence û qirkirinê li dijî Abdullah Ocalan dimeşîne.   Buseyna diyar kir ku paradîgmaya Rêbertî ji şer  û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê re çareserî ye û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker çi bike jî nikare ramanên azad li ser gelên azadîxwaz qut bike. Rêbertî projeya neteweya demokratîk, piransîpên yekitiya gelan, wekhevî û edaletê pêşkêş kirin. Bi saya ramanên Rêbertî jinan mafên xwe nas kirine û di tevahî qadan de rola xwe pêk tînin."   Her wiha, got divê tevahî jinên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya  Abdullah Ocalan bibin yek û ev peyam da: "Em jinên azad ên Zenûbiya erka me ew e ku bi rêya teşhîrkirina siyaset û pêkanînên sîstematîk ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne, Rêbert Abdullah Ocalan biparêzin. Em soza xwe nû dikin ku em ê heya azadiya fîzîkî her tim tê bikoşin û li ber xwe bidin."   Di dawiya de dayika şehîd Xelef El Boş, Îtab El Kurdî helbestek li ser  Abdullah Ocalan xwend.