Serhildana ku sînor derbas kir (1) 2024-09-12 09:06:35       Raperîna ji Kurdistanê belavî Îran û cîhanê bû...   Derya Ceylan   NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana ku bi qetilkirina Jîna Emînî re destpê kir bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ sînor bezand û li cîhanê bû dengê azadiyê.    Li Tehran a Îranê di 16’ê îlona 2022’an de jina kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî dema bi malbata xwe re diçe Tehranê li wir ji aliyê "Polîsên Exlaq" ve bi hinceta sergirtina bi zorê tê binçavkirin û piştre bi îşkenceyê tê qetilkirin.    Şeva 14'ê Îlonê saet di 18.30'an de Jîna li derketina îstasyona metroya Tehranê tê binçavkirin û di bin çavan de bi îşkenceyê rû bi rû dimîne. Li ser israra jinan wê radikin nexweşxaneyê. Jînaya li Nexweşxaneya Kasrayê tedawî didît ji ber îşkenceyê du gurçikên wê betal dibe, di dil û mejiyê wê de xesar ava dibin. Bedena Jînayê wê îşkenceyê ranagire û Jîna di 16'ê Îlona 2022'yan de jiyana xwe ji dest dide. Me di duyemîn salvegera qetilirina Jînayê de çalakî û bernameyên di şexsê wê de li Ewropa û Rojhilata Navîn pê hatine kom kirin.   Serhildan li cîhanê belav bû   Berxwedana piştî qetilkitina Jîna Emînî hat destpêkirin di demek kurt de li cîhanê deng da û roj bi roj berxwedan mezin bû. Ji her alî cîhanê jî piştgirî ji bo berxwedanê hat dayîn. Jinan di serhildanan de di eniya pêş de bi dirûmeya ‘jin jiyan azadî’ cihê xwe girtin û li cîhanê deng dan. Jinan bi reng û dengê xwe serhildana xwe li kolanan mezin kirin, laçikên xwe ji serê xwe derxistin û şewitandin.   Protesto belav bûn    Serhildan di serî de li Rojhilata Navîn li seranserê Îranê belav bû, bi pêşengiya jinan, ji her alî civakê mirov tevli çalakiyan bûn. Li Belucîstan û Huzîstanê protestoyên mezin pêk hatin. Eyaleta Azerbaycanê piştgirî dan çalakiyan.   Zext û binpêkirinên mafan   Hikûmeta Îranê, bi hewldanên tund hewl da serhildanê biçewisîne. Bi hezaran kes hatin binçavkirin, li sedan kesî cezayên girtîgehê hatin birîn. Bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Tundî û îşkenceyên Îranê di raporênAmnesty International û Human Rights Watch hatin dîtin.   Çapemeniya dîjîtal û protesto   Li çapemeniya civakî wêne û vîdeoyên hatin parvekirin, mirovên derveyê Îranê xist tevgerê. Hikûmeta Îranê her çiqas astengiyan derxe jî protesto belav bûn.   Bertekên navneteweyî û dîplomasî   Piştî qetilkirina Jînayê li seranserê cîhanê bertek hatin nîşandan. Neteweyên Yekbûyî (NY) û  Amnesty International, bang li hikûmeta Îranê kirin ku zextên li ser jinan bidawî bibin. Konseya Mafê Mirovan a NY’ê zextên li ser jinan ên di protestoyan de şermezar kir û daxwaz kir ku lêpirsînek serbixwe bê destpêkirin.   DYA û Yekitiya Ewropayê di mijara 2022’an der barê Îranê de pêkanînên nû aşkera kir. Welatên wek Alman, Fransa û Îtalyayê, têkiliyên dîplomatîk ên bi Îranê re ji nûve ji ber çavan derbas kir û hikûmeta Îranê bi tundî rexne kir.   Protestoyên dîasporayê: Piştevaniya global   Civakên dîasporayê û parêzvanên mafê jinan li seranserê cîhanê protesto pêk anîn. Li DYA, Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên girseyî pêk hatin û Kurd û Îraniyê li dîasporayê di eniya pêş a çalakiyan de cig girtin. Li Parîs, Berlîn, Yew York û Torontoyê parêzvanên maf dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ qêriyan. Li Tirkiyeyê jî li gelek bajaran bi pêşenigya TJA’yê çalakî pêk hatin. Girtiyên jin ên girtîgehên Tirkiyeyê jî porê xwe jêkirin û bi stranên nivîsîn piştgirî dan çalakiyan.   Di qada hunerê de çalakî   Cîhana hûnerê jî xwedî li têkoşînê derket. Hem hunermendên Îranê hem jî yên navneteweyî piştgirî dan protestoyan. Aktîvîstên Fransî Juliette Binoche û Marion Cotillard, porê xwe jê kirin û piştgirî dan çalakiyan. Hunermend Harry Styles di konserên xwe de balkişand ser têkoşîna Îranê.   Coldplay, di konserek xwe de strana "A Sky Full of Stars" diyariyê jinên Îranê kir û piştevaniya xwe anî ziman.   Angelina Jolie, hikûmeta îranê şermezar kir û li ser çapemeniya civakî piştgirîda çalakiyan. Dua Lipa jî li ser çapemeniya civakî parvekirinên der barê Jînayê de kir û piştgiriya navneteweyî xwest.   Hunermendên Îranî yên wek Koushna Navabi û Abbas Zahedi ji kampanya ‘jin jiyan azadî’ re pêşengî kirin û li cihên cuda berhemên xwe pêşkêş kirin.   Ji hûnermendê Kurd piştgirî   Hunermendên kurd jî piştgiriya xwe anîn ziman. Hunermendê Kurd Nasir Rezazî bi hunermendên Faris re strana ‘Were Meydan’ derxistin û piştgirî dan çalakiyan. Hunermend Xecê, Jan Axîn, Rewşanê jî bi vîdeoyan piştevaniya xwe anîn ziman. Her wiha Xalid Tarî û gelekên din piştgirî dan çalakiyan.   Dirûşme wek sembol hat bikaranîn   Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li bajarên wek Berlîn û Parîsê, her wiha gelek deverên din di çalakiyên protestoyî de hatin bikaranîn. Deriyê Brandengburg ê li Berlînê bi gotinên ‘Jin jiyan azadî’ hat ronîkirin. Endamê Patlamentoya Ewropyaê Abîr Al Sahlanî jî di axaftinên xwe de dirûşmeya jin jiyana azadî bikaranîn.   Sînor bezand   Ev dirûşme li der derê hat qêrîn. Li her çar parçeyê Kurdistanê deng da. Li Bexda û herêmên din ên Iraqê jî bi pêşengiya jinên Kurd çalakî û protesto pêk hatin.   Sembola têkoşîna global: Jin jiyan azadî   Di yekemîn salvegera qetikirina Jînayê de li seranserê cîhanê merasîmên bibîranîn û çalakiyên protestoyî pêk hatin. Li Almanya, Fransa, Îtalya, DYA  û gelek welatên din bi tevlibûna hezaran kesî ji bo têkoşîna mafê jinan piştgirî hat. Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ku li Îranê destpêkir bû sembola têkoşîna global.   Sibehê: Piştî Jîna li Îran û Rojhilat çi bû ?