‘Mifteya aştiyê di destê Birêz Abdullah Ocalan de ye’ 2024-09-11 09:04:33        WAN- Dayika Aştiyê Ferîde Ozlu ku der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de xivî wiha got: “Mifteya aştiyê di destê birêz Abdullah Ocalan de ye. Em jî ji bo azadiya wî çi ji destê me bê em ê bikin. Kengê tecrîd bi dawî bû wê aştî bê vî welatî. Li vî welatî her tiştê xweş wê bi azadiya Abdullah Ocalan pêk bê.”    Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û 42 mehe tu agahî jê nayê girtin. Her wiha girtiyên din jî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di heman şert û mercan de tên girtin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê li her derê çalakî û bername didomin. Lê tevî vê tu gavek erênî nehatiye avêtin.   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê  der barê tecrîdê de axivîn.    ‘Çima Rêberê Gelê Kurd girtiye?’   Dayika Aştiyê Perîşan Aslan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Rêberê hemû gelan hene. Çima yê gelê Kurd girtî ye. Ji bilî me Kurdan rêberê kê girtî ye. Em vê çawa qebûl bikin. Ev tecrîd zilm e, xerabî ye. Em şermezar dikin. Em dibêjin êdî bes e. Bila aştî bê. Bila Abdullah Ocalan bê berdan.”   ‘Çi karê Tirkiyeyê li Iraqê heye’   Perîşanê her wiha bi lêv kir ku divê ev şer bi dawî bibe û wiha pê de çû: “Çi karê Tirkiyeyê li Iraqê heye. Li Kerkuk, Mexmur, Silêmanî û Duhokê çi dike?ez Barzanî şermezar dikim. Her welatek sînorê wan heye. Tu welat nikare bikeve axa welatekî din.”   ‘Sedema tecrîdê çi ye’   Dayika Aştiyê Asya Ozlu jî zilma li ser gelê Kurd şermezar kir û  got ew qetilkirina du rojnamegerên Kurd jî şermezar dikin. Asyayê wiha bi lêv kir: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dwî be û gelê Kurd azad be. Bi salane Birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Sedema vê çi ye? Ev ne tiştekî baş e. Bi tu awayî hevdîtin nayên kirin. Divê ev tecrîd bi dawî be. Ez hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar dikim. Bila Barzanî nebêje ez Kurd im.”   ‘Aştî di destê Birêz Abdullah Ocalan de ye’   Dayika Aştiyê Ferîde Ozlu jî anî ziman ku heta tecrîd bi dwî nebe gelê Kurd azad nabe û pirsa Abdullah Ocalan çima dibin tecrîdê ye pirsî. Ferîdeyê sedema hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re jî pirsî û wiha dawî lê anî: “Barzanî xwişk û birayên xwe dikuje. Ev ne şerm e?Ew ne axa Tirkiyeyê ye, ew axa Kurdistanê ye.  Ev ax bi xwîna ciwanên Kurd hatiye girtin.  Abdullah ocalan 25 sal e girtî ye. Sê sale tu agahî jê nayê girtin Ne malbat ne parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Mifteya aştiyê di destê Abdullah Ocalan de ye. Kengê tecrîd bi dawî bibe wê aştî bê welat. Tiştên xweş li vî welatî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan in.”