ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-09 09:00:00     *Parêzer Zeynep Karayilan da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin û wekî mînaka herî dawî jî  ‘girtiyên nexweş ên i girtîgeha Tîpa F ya Kurkçukarê  ku 3 salin nikarin biçin nexweşxanê’ da. DÎMEN HEYE   *Jinan bertek nîşanê qetilkirina rojnamegerên jin yên li Silêmaniyê hatin qetilkirin dan û gotin: “Desthilatdarî ji bo rojnanamegerên ne li alî xwe mirin û girtîgehê rewa dibîne.” DÎMEN HEYE   *Sekretera jinan a şaxa hejmar 1 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Şengul Bîrgul da zanîn ku mafê pewerda bi zimanê dayikê mafê herî sereke ye û got bi astengkirina vî mafî re civak û kes tune tên hesibandin. Şengulê bi lêv kir ku wê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê her tim li her derê têkoşînê bidomînin. DÎMEN HEYE   * Aktîvîsta koalîsyona edaleta avhewayê Çîgdem Ozbaş diyar kir ku Tirkiye krîza avhewayê înkar dike û got:” Şerê li Kurdistanê parçeyek hilweşîna ekolojîk e. Divê em modelek civakî ya navenda wê jiyane biafirînin.” DÎMEN HEYE