Li Lubnanê êrişên li dijî rojnamevanên jin hat şermezarkirin 2024-08-27 13:23:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistin û komeleyên jinên Kurd ên Lubnanê qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir.   Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiqa bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, êrişî wesayîda rojnamevanan kir. Di êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Berpirsê medyaya dîjîtal a Şîrketa Chatr Rebîn Bekir di nav de 6 rojanevan birîndar bû. Nerazîbûnên li dijî qetilkirina rojnamevanên jin her roja ku diçe zêde dibe. Rêxistin û komeleyên jinên Kurd ên li Lubnanê têkildarî hedefgirtina rojnamevanên jin ji aliyê dewleta Tirk ve, bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca êrişên dewleta Tirk li dijî rojnamevanan, bêdengkirina rastiyê û dengê azad e ku sûcên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Kurdistanê û gelê Kurdistanê eşkere dikin. Her wiha lawaziya rêveberî û ewlehiya Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê nîşan dide.   ‘Êriş vîna jinên azad naşikînin’   Di daxuyaniyê de êrişa li ser rojnamevanan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Êriş vîna jinên azad naşikînin. Dewleta Tirk dijminê rojnamevan û jinan e, ji ber ku her du jî rûyê wê yê rast eşkere dikin. Têkoşîna jinan li hember sûc û êrişên hovane berdewam e û dê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ her tim hildayî bimîne.”