ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-20 09:00:00     * Endama Rêveberiya PADÊ ya Silêmaniyê Evîn Emîn, diyar kir ku biryara girtina PADÊ, yek jî rêbazeke fermanêye tînin serê xelkê Şengalê û got: "Pergala hevserokatiyê ne di nav hizbên Iraqê di nav PADÊ de heye. Jin û mêr bi hev re civakê bi rêve dibin û ev yek hedef hatiye girtin. Divê bê zanîn Şengal tu carî venagere beriya 20214’an." BI DÎMEN    * Jinên xelkê gundê Xokanê ya Elbaka Wanê serê sibê berê xwe didin zozanan û li vir pezê xwe didoşin. Ji bo debara xwe bikin jî şîr û penîrê xwe difroşin. Lê jinan diyar kir ku şîr û penîr pir erzan diçe û keda wan hemû vala diçe. BI DÎMEN