ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-05 09:00:00     *Nivîskar Narîman Evdikê da zanîn tevî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û astengiyên li pêşiya jinên wêjekar jî ew bi hêz û coşekê  xebatên xwe yên wêjeyê dikin û got:” Divê em xetên sor ên civakê û hişmendiya baviksalarî ji me re daniye ji holê rakin, wekî jinên wêjekar em dest bidin hevdu. Her wiha em li dijî êrişên dewletan têkoşîna xwe bidomînin. Divê em nivîskarên jin ên çar aliyên Kurdistanê bi hev re bibin alîkar da ku  gavên jinên kurd ên nivîskar, hîn dewlemend bibe.” DÎMEN HEYE   *Dayikên Aştiyê yên li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya “Deng ji Azadiyê re” berdewam kirin gotin, “Heta ku deng neyê dayîn û tecrîd bi dawî nebe em ji têkoşîna xwe paşde gav navêjin. Em ê li ser şopa zarokên xwe û doza xwe bimeşin. Dayikên Aştiyê gotin, "Mafê vî gelî ye ku girtiyên li girtîgehan biparêze" û bang li her kesî kirin ku dengê xwe yê "azadiyê" bilind bikin. DÎMEN HEYE   *Hevşaredaran diyar kirin ku hikûmetê piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî êrîşên xwe yên li dijî Kurdan bê navber didomîne û bi zimanê xwe yê zikmakî peyam dan ku ew ê li dijî her êrîşan bin. DÎMEN HEYE