Ji ROJIN'ê bang: Li dijî darvekirinê bêdeng nemînin 2024-07-28 09:14:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Rojnamevanên Jin bertek nîşanî biryarên darvekirinê yên Îranê da û got: “Em bang li hemû saziyên çapemeniyê û rêxistinên jin dikin ku ji bo rawestandina cezayê darvekirin, bikevin nav liv û tevgerê û bêdeng nemînin.”   Komeleya Rojnamevanên Jin (ROJIN) têkildarî biryarên darvekirin yên dewleta Îranê, daxuyaniyek nivîskî da.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji ber polîtîkayên şer ên ku di roja me de zêde dibin, civak ji her demê zêdetir pêdivî bi agahî wergirtinê dibînin. Zextên rejîmên totalîter ên li ser rojnamevanan zêde dibin. Li gorî daneyên rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ên Navneteweyî li seranserî cîhanê gelek hikûmet bi polîtîkayên zext, girtin, binçavkirin û qetilkirinê yên li hemberî rojnamevan, mafê civakê yê agahî wergirtinê asteng dikin.”   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji welatên ku herî zêde zext û girtin lê hene, Îran e  û ev tişt hat gotin: “Piştî serhildanên Jin Jiyan Azadî ya di 2022’yan de destpê kirî, êrîşeke nû li ser êrîşa zêde bû. Rejîma Molla 23’yê Tîrmehê cezayê darvekirinê da rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî.”   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serokkomarê nû Mesûd Pizişkiyan polîtîkayên darvekirin, zext û tundiyê ji Îbrahîm Reîsî dewr girt.   ‘Em bikevin tevgerê’   Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Weke Komeleya Rojnamevanên Jin (ROJIN) em dixwazin diyar bikin ku em bi rojnamevanên jin re ne ku li dijî polîtîkayên îdamê yên Îranê li ber xwe didin, têdikoşin û ji daxwazên xwe tawîzê nadin. Her wiha em bi hemû jinên ku ji bo azadiya xwe li ber xwe didin re jî ne. Di şexsê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî de em rojnamevanên  wêrek û aktîvîstên jin silav dikin, ku li dijî zextên dewletên faşîzan û mêtinger serî natewînin, ji bo berxwedana jinan ragihînin raya giştî berdêlên giran didin. Em bang li hemû saziyên çapemeniyê û rêxistinên jinan dikin ku bila bi zanebûna ‘têkoşîna li dijî îdamê wezîfeyeke mirovî ye’, ji bo rawestandina cezayê darvekirinê bikevin nav liv û tevgerê.”