Jinên govend gerandin hatin girtin 2024-07-27 22:35:14   SÊRT- Du jê zarok 3 jin bi hinceta di dawetekê de govend gerandine, ji ser hesabên nîjadperest hedef hatin girtin û piştre hatin binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin bi sûcdariya endamtiya rêxistinê hatin girtin.   Li Misirc a Sêrtê  li ser dîmenên di dawetekê de hatibûn kişandin û ji ser çapemeniya civakî hatibûn parvekirin, 5 kes hatin binçavkirin. Piştî dîmen hatin parvekirin ji ser hesabên nîjadperest parvekirin hatin kirin û li ser vê li Êlih û Sêrtê bi ser malan de hat girtin. Jinên di dîmenan de cih girtin hatin binçavkirin. Hat îdiakirin ku kesên hatine binçavkirin ‘propaganda rêxistinê’ kirine. Piştî îfadeya li emniyetê  5 kesên zarok jî navde sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya ceza a Sulh a Sêrtê hatin kirin.   Piştî fadeyên dadgeriyê dayik F.T hat berdan û 3 kes û zarokek hatin girtin.