'Ziman û çanda Kurdî hedef tê girtin’ 2024-07-27 19:22:00   ŞIRNEX - Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil ku di daxuyaniya tekildarî êrişên li ser zimanê kurdî û civanên kurd de anî ziman ku berpirsê êrişên desthilata AKP û MHP'ê ye û got: "Li hemberî nexweşiya tunehesibandin û pişaftinê tenê riyek felatê heye ew jî di xwebûna xwe de israrkirin e. Ziman û çanda Kurdî hedef tê girtin.”   Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, tekildarî êrişên li ser zimanê kurdî û hedef nîşandayîna civanên kurd ku bi starnên kurdî govend digerînin, ji ber wê jî dibin hedef û tên girtin, li baxçeya avahiya xwe daxuyanî da. Hevşeredarên Cizîrê, Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şirnex û Cizîrê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên Navenda Ziman Çand û Hûnerê ya Eyşê Şanê ku di bin baneya şeredariya Silopiya de xebatan dimeşîne, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Zimanê me rûmeta me ye" dinivisî û dovîzên ku li ser "Zimanekî azad jiyaneke azad" "Ziman jiyan e" dinivisî hilgirtin.       Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ziman û çanda kurdî tê hedef girtin û ev tişt anîn ziman: "Daweta ku gelê kurd bi sedsalan e wek kevneşopî li dar dixin, îro tê hedefgirtin. Parlamenterê me yê Mêrsînê Alî Bozan di dema daxuyaniya xwe ya li Meclîsê de li ser vê mijarê axivî rastî êrîşan hat. Ez ji vir bang li desthilata AKP û MHP'ê dikim, dev ji van polîtîkayên qirêj berdin. Ev sed sal in dixwazin ziman û çanda gelê kurd ji holê rakin, lê gelê kurd li hemberî van polîtîkayan çokan netewandiye û niha şin va jî wê netewîne. Em li vir banga gelê kurd jî dikin ku li dijî van polîtikayên qirêj heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derbikevin û li ber xwe bidin."      ‘Bi salan eli dijî zimanê Kurdî êrîş hene’   Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê Komeleyê Cahit Akil ve hat xwendin. Cahît bi lêv kir ku bi salanê li dijî zimanê kurdî êriş hene û ev tişt gotin: "Bila tu kes êrîşkirina li ser zimanê kurdî ji xwe re rewa nebîne. Lewre her gel xwediyê mafê perwerdehî û xizmeta bi zimanê xwe bibîne ye. Ên dixwazin pêşî li vê bigirin sûcê mirovahiyê dikin. Polîtîkayên tunehesibandin û helandinê li hemberî gelê me bênavber tên bipêşxistin. Di encama polîtîkayên şerê taybet de, li metropolan kurdên ku bi zimanê xwe distirên an jî diaxivin dibin hedefa êrîşên faşîstan. Di encama van êrîşan de gelek kes birîndar dibin û gelek kes jî jiyana xwe ji dest didin. Bingeha van êrîşan polîtîkayên deshilata AKP û MHP'ê û zimanê siyasetmedaran e. Ji ber vê roj nîne li hemberî zimanê me sûcek neyê kirin. Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd ên ku li ber stranên kurdî govend digerandin binçavkirin û di bin çavan de li wan merşa nîjadpersatan "bimrim tirkeyem" guhdarî kirin, şêwyekî îşkenceyê û sûcê mirovahiyê ye. Desthilata AKP û MHPê bi polîtîkayên şer gelên Tirkiyeyê mehkûmî xizaniyê dike û dahatûya gelên Tirkiyê dixe xetereyê."     ‘Berpirs AKP û MHP ye’   Cahît destnîşan kir ku berpirsê van hedef nîşandayinan desthilata AKP û MHP'ê yê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Herî dawî li Wanê li hemberî xizmeteke civakî  ya ji bo peyayan ku li ser rê bi kurdî û tirkî hatibû nivîsîn "pêşî peya"  rastî êrîşeke jêbirinê hat û li şûna wê dirûşmeyek nîjatperst a "Tirkiye Tirk e dê tirk bimîne" hate nivîsîn". Ev bi awayeke vekirî provakasyon e, zilm e, neheqî û heqaret e. Ev ne tenê neyartiya li hemberî gelê kurd e, di heman demê de neyartiya li hemberî gelan e. Gelê kurd gelekî demokrat, xwedî exlaq û xwedî keramet e. Li hemberî tu netewan û tu zimanan derneketiye. Dê tu carî zilm û neheqiyê qebûl neke. Divê bê zanîn ku em ê tu carî  serî li ber zilm û neheqiyê netewînin. Hewce ye êdî ev bê tehemulî ji holê rabe. Ev bingeha xwe ji siyaseta înkar û tunehesibandinê digire. Bi vê feraset û hişmendiya tunehesibandinê pisgirêkên Tirkiyê kronîk bûne. Mînakeke din a şênber ji ber ku kiryarên deshilahilata AKP û MHP’ê aniye ziman parlementerê DEM Partiyê birêz Alî Bozan di meclîsê de rastî êrîşê hat. Ev tişteke ne ji rêzê ye. Li hemberî vîna gel bêtehemilî heye. Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin. Dîsa li Navçeya Misircê ya Sêrtê ji ber ku di dawetekê de govend gerandine û li ser hesabên medya civakî yên faşîstan  hetine parvekirin şeş jinên kurd li Êlîh û Sêrtê hatine binçavkirin. Desthilata AKP û MHP’ê berpirsê van sûcan e. Ev rewşeke xeternak e û nayê qebûlkirin."