Serlêdana JINKART a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 2024-07-08 18:13:27   AMED - Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, serlêdana JINKART a ku dê jinên kêmendaman di navbera 18-64 salî de bigire, bi yekdengî qebûl kir.    Ji bo xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo hêsankirina jiyana rojane ya jinên xwedî ewlekariya civakî ne, hat destpêkirin. Serlêdana JINKART'ê ku di civîna asayî ya meha Tîrmehê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin de hatibû rojevê, bi yekdengî hate qebûlkirin. Jinên di navbera 18-64 salî de dê sûdê wergirin Bi JINKART’ê re, jinên di navbera 18-64 salî yên ku hatina wan tune ye, ji aliyê komîsyona tesbîtkirinê ya ku ji Daîreya Xizmetên Civakî û Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê pêk tê, diyar dikin; Ji bo otobusên Şaredariya Bajarê Mezin wê 90 betên siwarbûnê yên mehane bên diyarkirin. Her wiha ji tesîsên civakî û yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin dê ji xebatên çandê yên şaredariyê ji sedî 20 erzanî bê dayîn.    Mercên serîlêdanê dê bêne ragihandin   Piştî ku şert û mercên serîlêdanê hatin eşkerekirin, jinên ku şert û mercên serîlêdanê bi cih bînin, dê karibin serî li navendên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar kirine, bidin.