ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-08 09:00:00     *Endama Koma Jinan a Femînîst Eftelya Koyucu şaredariya Geverê ziyaret kir û got: “Li dijî siyaseta qeyûm em wek femînîst dixwazin bi têkoşîna jinên Kurd re xeta têkoşîna hevpar bihûnin.” DÎMEN HEYE   * Sebahat Yazgin 15 sal in bi firotina destmalan debara xwe dike û wiha dibêje: “Me ji ber xizaniyê ji warê xwe koçî Stenbolê kir. Lê em li warê xwe jî xizanin bûn li vir jî xizan in. Ji ber krîza aborî em nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî bigirin.” DÎMEN HEYE   *Jinan, komxebata ku Koma Xebata Wekheviya Zayenda Civakî Progressive Alliance, pêk aniye nirxandin û diyar kirin ku  pirsgirêk hevpar in û ji bo vê divê têkoşîna hevpar bê dayîn. DÎMEN HEYE   *Yek ji beşdarên  meşa 'Ji îradeyê re rêzgirtin’ Mîhrîban Ekîncî jî diyar kir ku sedema ku wê ber bi Kurdistanê ve kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş ên li girtîgehan e. BI DÎMEN    *Çalakvana por sor Esra Demîr a ku bi erbaneya xwe beşdarî 'Ji îradeyê re rêzgirtin’ a li dijî qeyûm tayînî Colemergê bû got: "Erbane ji bo min amûra jinê ye. Ji bo moral û coş bidim girseyê ez bi erbane beşdar bûm. Min rêhevalên bedew kom kirine. Divê em li her qadê dengê xwe li dijî qeyûman bilind bikin." BI DÎMEN